Xebat ji bo : Zordarî ji ser gelê me yê Kurd li Sûriyê rabe




Yüklə 98.77 Kb.
tarix27.04.2016
ölçüsü98.77 Kb.










Dr Nûredîn Zaza

1919- 1988

Osman Sebrî

1905 - 1993


Xebat ji bo : * Zordarî ji ser gelê me yê Kurd li Sûriyê rabe .

* Azadiya demokrat û rêzgirtina mafên mirovan .

* Mafên gelê Kurd yên netewî di çarçewa yekîtiya welêt de .


Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ

Hejmar ( 92 ) sal 16 Hizêran 2010 z - 2622 k Buha ( 15 )ps P.S


15

Di bîranîna damezrandina yekemîn

partî de bona gelê Kurd li Sûriyê
Roja 14 -î meha Hezêrana sala 1957 an, li Sûriyê, Bajarê Helebê, taxa (Sûq El-xemîs), di mala rehmetî Mihemed Elî Xoce de civateke dîrokî dihate lidarxistin , û beşdaran biryara xwe dabûn, ku li damezrandin û aşkerekirina hebûn û xebata partiyeke demoqrat, bona gelê Kurd li Sûriyê bibine xwedî.

Di vê bîranînê de, hêjaye ku navên beşdarên wê civata dîrokî bêne rêzkirin: Osman Sebrî (gundê Narincê – K.Turkiyê), Reşîd Hemo (gundê Hopka – herêma Kurdaxê), Hemze Niwêran (G.Qeremanê – H.Cizîrê), Mihemed Elî Xoce (G.Mabeta – H.Kurdaxê), parêzer Şewket Henan (G.Tilifê – H.Kurdaxê), Dr.Xelîl Ebdulla (G.Keferdela jorîn – H.Kurdaxê), Hemîd Derwîş (G.Qeremanê – H.Cizîrê).

Lê, divê bête zanîn jî ku, di qonaxa salên ji berî 1957 an de, gelek danistandin, çalakî, civat, komele û komcivîn di nav xwendekar û ronakbîrên Kurd de li dar ketibûn, nemaze li Amûdê, Şamê, Hesekê, Heleb û Efrînê …H.W.D. Ȗ piraniya wan civat û çalakiyan bona alîkarî û piştgiriya xwendekariyê ,hest û şêweyên hevkariya civakî û bikaranîna zimanê dê bû. Wê hîngê, ango ji beriya 53 salan, kesên ku ji nav Kurdên Sûriyê Bekeloriya (Lîse) wergirtibûn li ser tiliyan dihatin hejmartin, çi li Kurdaxê, Kobaniyê û Cizîrê , bi serde jî , xizanî û nezaniya piraniya gel gelemper bû. Û li hêla dî jî, heyam û siyaseta dewletê di derbareyî çalakî û tevgereke kurdî weha de, dijwar, bihinteng û çavsor bû .Nemaze, doz û daxwazên ev partiya Kurd a demokrat di nav Kurdan de, ciyê tirs û nerazîbûna gelek hêzan bû.

Li beramber hemî reng û cûreyên setemkarî û kedxweriyê , li beramber pişaftina hebûna Kurd , şoventî, paşverûtî, nijadperestî û binpêkirina mafên mirovan, partiya Kurd dengê xwe bilind dikir, bi her hawî li zimanê dê dibû xwedî, û bi rêbazeke aştiyane, bi dil û can hewildida ku bi raya giştî bide zanîn, ku li Sûriyê jî pirseka Kurd a dadmend û mafdar heye, Kurd û Ereb ne dijminên hev in, dostanî û biratiya gelan her û her û li hemî deman divêt cîgehê parastin û rêzgirtina hemiyan be.

Rêz û silav ji wan hemî xebatkarên dilsoz re, yên ku jiyana xwe terxî mirovatiyê kiribûn û doza gelê xwe- doza Aştî , Azadî û Wekheviyê- dabûne pêş .

Sînorê Yekta

******************


6 Birêvebirên Platforma Danezana Şamê

Serbest hatin berdan



Roja yekşembê 13ê meha Hizêrana 2010an, 3 birêvebirên payebilind ên Danezana Şamê a ji bo guhertina niştimanî a demokrat, piştî derbaskirina du sal û nîvan di zindanên Sûriyê de, serbest hatin berdan. Ew jî ev bûn: Birêz Ehmed Tûme, Ekrem Elbunî, Cebir Elşûfî. Piştî wê bi çend rojan ,ev birêzan: Fîdaa Elhoranî, Yasir Alîtî û Welîd Elbunî jî hatin berdan.

Hêjayî gotinê ye em bi bîra xwendevanên xwe yên birêz bînin, ku dadgeha (cinayetan) a yekem li Şamê, li dawiya Çiriya Paşîn a sala 2008an û bi tewana lawazkirina hestê netewî û belavkirina dengûbazên derew ji bo qelskirina derûna netweyî, 12 birêvebirên Danezana Şamê bi du sal û nîvan ceza kirin. Ew jî ev birêzan bûn:



Riyad Sêf-Fîdaa Ekrem Horanî-Ehmed Tûme- Ekrem Elbunî- Elî El ebdullah- Cebir Elşûfî- Yasir El îtî- Telal Ebû dan- Welîd El bunî- Mihemed Hecî Derwîş- Merwan El iş- Fayiz Sare.

Gereke her şeş birêvebirên mayîn, jî bilî birêz Elî Elebdullah , yê ku dozeke nuh dijî wî dema ew di zindanê de bû vebûye- di Tîrmehê de serbest bêne berdan.

Bi navê weşana NEWROZê, em xwe, Danezana Şamê û hemî kes û saziyên ji bo demokrasî û guhertina aştiyane di Sûriyê de têdikoşin pîroz dikin. Herweha em wan xebatkarên niştimanî bi serbestbûna wan pîroz dikin, bi hêviya ku xebata niştimanî ji bo guhertina demokratî ber bi pêş ve here,û welatiyên Sûriyê bi hemî nijad, ol û rengên xwe ve, azad û bi rûmet bijîn.

26.06.2010

******************

Festîvala Feqiyê Teyran

Li Wanê- Miksê li dar ket

Li bajarê helbestvanê bi navûdeng, Feqiyê Teyran -Miksê, di 19-21 Hizêranê de, bi rêvebirya parêzgehê Wanê û parlementera AKPê a Wanê Gulşan Orhan û bi alîkariya şalyarê karûbarên yekîtiya Ewropa ê Tirkiyê Egemen Bagiş, Fastîvalaleke navnetewî li dar ket. Ji boneya Festîvalê, rewşenbîr, lêgervan û akademîkên Kurd, ji hemî perçên Kurdstanê û derve vexandibûn, bilî balyozên Yekîtiya Ewropa. Ji ber bûyera li ÇiyayênWanê qewimiye, şahiya19 an rawestî û berê mîvanan dan Kela Wanê. Roja 20ê, hemî mîvan li Miksê civîn û serdana

gora F. Teyran a li Warezozê – gora wî di gelîkiyekî û di nav daristaneke dijwar de ye- hate kirin. Roja 21ê, Pirogram li ser helbestvanî, Felsefe û Tesewifa F. Teyran, ji hêla lêkolînerên Kurd û Ewropa ve hate pêşkêşkirin. Êvara herdu rojan, aheng hatin girêdan û stran hatin gotin.

******************

Lêborîn..!
Di hejmara 91an a weşana NEWROZê de, gotara bi sernava " 17ê Nîsanê, Cejna Niştimaniya welatê me Sûriyê" ya bi pênûsa birêz R.Silîvî hatibû nivîsandin, parçeyek bijarte ji pirtûka mamosta Samiyê Mele Ehmedê Namî"Dîmenin ji dîroka winda" hatibû weşandin. Komîta Newrozê hin peyv jê guhertibûn, ango ew ji erebî kiribûne kurdî. Ji ber vê şaşiyê, bi navê weşanê em lêborînê ji nivîskarê gotarê dixwazin.

******************



Zeyneb Celaliyan û 15 siyasiyên

Kurd di bin bivê de ne

Rijîma Îranê ya Îslamî, her demekê hin rikberên Îranî û bi taybetî yên Kurd, ( Şerş li dij Xweda) têne tewanbarkirin û bi dardevekirin.Lê, li vê dawiyê, 09-05-2010an, destlata devbixwîn ya Îranê, pênc ciwan ji wan çar Kurd bûn,- Ferzad Kemangar, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî, Şêrîn Elam olî û Mehdî Îslamiyan, di girtîgeha Evînê de bi dar ve kirin. Vêja dor hate çalakvana Kurd Zeyneb Celaliyan û 15 girtiyên siyasî û sivîl ên Kurd: ( Mistefa Selîmî, Hebîbula Letîfî, Zeyneb Celaliyan, Şêrko Marifî, Reşîd Axkendî, Husên Xizrî, Enwer Rustemî, Rostem Erkiyan, Seyêd Cemal Mihemedî, Seyêd Samî Husênî, Ehmed Pûlaxanî, Hesen Taliî, Ezîz Mihemedzade, Hebîbula Gulperîpûr).

Ku bi wê hicetê bi hukmê bidarvekirinê hatine tewanbarkirin. Guneh û

sûcê wan ew e, Ku ew Kurd in û (Her kes dizane ku ew ji hemî maf û azadiyên xwe yên netewî û mirovane bêpar in, daxwaza aştî û wekheviyê û rûmeta xwe ya netewî dikin. Ma gelo ev, gunehkarî ye, û cezayê wê kuştin e?!.

Hêjayî gotinê ye, ku temenê Zeynebê 28 salî ye, û di çend xulekan de hatin sezakirin . Derbarî vê bûyerê,, hevjîna Mîr Husên Mosewî, (Zehra Rehneerd), di daxuyaneke xwe de weha dibêje: "Dibe van rojan, Zeyneb Celaliyan bê bidarvekirin, çima?. Gelo Xweda hezdike ku jinek sembola nimûneyî û nermiyê were bidavekirin?!". .. " Divê bo zeyneb û ew Zeynebên ku niha li ber mirinê ne, hizrek bê kirin, îro di 3/4 welatên cîhanê de, sezayê bidarvekirinê nemaye". Di dawiya daxuyana xwe de weha dibêje:

"Ez hêvî dikim ku Zeyneb neyê darvekirin, bila em hemî bi hev re li cihê şimşîkêşan bo xelkê, bi pêkenîn û hejêkirinê berê xwe bidin xelkê"
******************

Bajarokê Cindirêsê Bi Barkirina

Heval Ehmed Hemo Re Reş Girêda
Piştî demekê ji nexwaşiyê, heval Ehmed di 24 î Hizêrana 2010 ne de, li dûriyê, -Almaniya-diçe ser dilovaniya Xweda.

Li 29î-06-2010 an termê wî dighê balefirgeha Şamê. Heval û merivên rehmetî pêşwaziya cendekê wî dikin. Roja din, berdestê sibê, hin hevalên wî yên

Heleb, telve karwanê wî dibin û berê xwe didine Bajaroka Cindirêsê. Li zareta Henên jî, hin xwedî, dost û hevalan tevle karwanê bavê Ferîd dibin, di dû re, karwan di nav bajarê Efrînê re gerî. Piştî karwan digehe mala bavê wî- Cindirêsê cihê kar û xebata wî-, ji nû ve,berê wî dane gundê bav û kalan- Çobana-, û bi beşdariya xwedî, dost, hogir û hevalan, di goristana gund de tê veşartin. Pişt re, hevalekî P.Y.D.K.S ( YEKÎTÎ) gotineke devikî pêşkêş dike û li ser sincî, xeyset, kar û xebata haval Ehmed, di ber mafên gelê me yê rewa de disekine.

Em jî bi navê NEWROZÊ sersaxî ji meriv, heval û hogirên wî re dixwazin û lava ji Xweda dikin, ku giyanê wî di bin dilovaniya xwe ke.

Hêjayî gotinê ye, ku heval Ehmed di destpêka salên heştê de, derbasî nav refên partiya xwe bû, ta ku endamtiya herêmê werdigre. Ȗ bi mêxwazî û bê dudilî kar û xebata xwe didomand.
******************
Lêveger çi ye

û vegergeh çi ye?

Dilovanê Deştê

Nûşîn Bêcirmanî

" Geh ", di zimanê kurdî de, parkîtek e bi dawiya hin beşên bêjeyê ve dibe, da ku ew navdêreke lûsê saz bike, nimûne: lîzgeh, xwaringeh, wargeh..... . Herweku ji van nimûneyên jorîn tê xuyakirin, ku ew navdêrên lûsê dide nîşankirin. Lê ma gelo, ev parkît bi dawiya hemî bêjeyan ve dibe yan na ?.

Wekû em dizanin, di van çend salên dawî de têrma (Lêvegera Kurdî )ya ku Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) pêşinyara damezrandina wê di riya kongirekî netewî kurdî re kiribû, û li ber Hevbendiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê danîbû, û bi vî awayî li ser erê bû. Gelo, ev têrm durust e û wateya (MERCÎ'İYÊ KURDİYÊ) dide yan jî têrma (vegergeh) weku mamoste R. Elî di weşana NEWROZ de hejmara 88/89 an di bin sernava (lêveger an lê vegergeh?) diyar dike!

Di rêzimana kurdî de parkîta (...geh) li dû navdêr û jêderan tê ; nimûne: dadgeh, firoşgeh, havîngeh.... Lê ev bêje bi lêkeran ve nabe. Ma dibe, em bêjin: kuştgeh, xwargeh... Ji alîkî din ve jî, dema têrma (Lêvegera Kurdî) hate bikaranîn, gelo mebest jê çi bû ?! endamên (MERC'İYA KURDÎ ), yên xwedî pêşinyar, nerîn û biryar, ku bêne helbijartin di kongirekî netewî kurdî de, yan mebest jê, cihê ku ev endam lê bicivin û danûstandinê tê de bikin ? Ȗ weku em dizanin Lêvegera Kurdî, ne cihê civat û civînên endama ye, lê belê, mebest jê endam û programên Lêvegerê ye. Eger mebest jê (cih) be, wê gelek(Lêvegergeh) hebin, îro li vir, sibe li wir û dusibe li cihekî din û her weha ta bêdawiyê. Ma dema em dibêjin Perlemanê Kurdistanê biryar da ..... gelo endamên Perlemento ev biryar dan, yan perlemangeha Kurdistanê ev biryar da?

Di jiyanê de gelek cureyên lêvegeran hene, çunkî dibe ku kesek,komîtek yan jî saziyek bi xwe be. Tê gotin : Ev kesê ha lêvegereke olî, çandî, civakî,.... ye, û tê gotin jî ev sazî lêvegereke rêzimên e, yan komîta ha lêvegerek e siyasî ye, ango lêveger dibe kes, komît yan jî saziyek be .

Li dawiyê, ( Lêvegera Kurdî) têrmek e siyasî ye û wateya (MERCÎ'İYÊ KURDÎ) ta îro pêktîne. Lê di paşerojê de, heye ku bêjeyeke din wê wateyê bi rengekî durustir bikar bîne. Lê tenê çi bêjeya ku (geh ) yan jî (cih) bi dawiya wê vebe, ew vê wateya siyasî qet nade û wê nede jî.

******************
Jiyan bi Kurdî xweş e!

Gotinek Hozanyarî kevnar dibêje :

( Ji ber tu kanibî xwe di ser kort û keleman re bavêjî an gavkî, gerek berî her tiştî tu şûnda vegerî ). Herweha ,ta ku, em jî kanibin bêjin em Kurd in, pêwîste em berî her tiştî , li zimanê xwe vegerin û xwe hînî xwendin û nivîsîna zimanê xwe bikin .Ji ber ku zimanê me hebûna me ye, û eger zimanê me tune bibe wê gavê em jî tune dibin . Lê mixabin, Kurdino îro pir ji me xort û keçên xwendekar di zanîngehan an di partiyan de hene bi zimanê xwe yê dê naxivin. Loma jî, girînge em ji vê xewa giran şiyar bin û hînî zimanê kurdî bibin . Keç û xortên Kurd ên çeleng û delal gereke dan û sitandina me Kurdan bi hev re bi kurdî be .

Girînge em rûmetê bidin zimanê xwe û ew têrmên Erebî û Turkî ji nav bêjeyên xwe ên zelal bavêjin û bi zarokê xwe re bi kurdî baxivin. Ji ber ku jiyan bi KURDÎ XWEŞ e.



Kavilê Xewnan

******************



Diyarbekrê Jinên Her Çar Perçên

Kurdistanê Li Hev Civandin

R oja 25'ê Nîsana 2010'an, Konferansa Jinên Kurd, ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad ên Kurd ve li Amedê hatî organîzkirin, bi beşdarbûna gelek parlementer, Serokşaredar, Siyasetvan û jinên rewşenbîr ji parçeyên din yên Kurdistanê beşdar bûne, li Salona resepsiyona Sumerparkê destpêkir. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamenterên BDP'ê yên jin, Siyasetvana Kurd Leyla Zana, Ji Kurdistana Îranê Nahîd Husênî (helbestvan û endama Komîteya Navendî a PDK Îranê), ji PDK'ê Şîrîn Amêdî û Emîne Zikrî, ji Goranê Kwêstan Muhemed Abdulla, ji YNK'ê Emel Cemal, ji Parlamentoya Îraqê Ala Talebanî û Parlamentera Ewropa ya berê Feleknaz Uca û ... amade bûn.

Konferansê ji aliyê Siyasetmedara Kurd, Leyla Zana ve hat vekirin û li ser girîngiya vê konferansê axivî û got: Girîngiya vê konferansê ew e ku jinên dîasporayê û yên li Kurdistanê cara ewil e tên cem hev. Lewma ev konferans hem ji bo jinan teybet e û hem jî wek rojeke dîrokî ye, ev cejna ronîşana jinên Kurd e. Herweha got: Pirsgirêka herî mezin ya jinan, azadî ye. Û banga yekitiyê li Kurdan kir û got, "Jinên Kurd, li aliyek bo nasnameya xwe ya jinî, li aliyê dîtir jî bo nasnameya xwe ya neteweyî têkoşiyan." Bi fikrên xwe, çalakî û meşên xwe her tim bo bidestxistina herdu nasnameyan hewl dan. Bi vê awayê jina Kurd bû deng û rengê bindest û bêdengan."

Zana li ser pirsgirêkên jinên Kurd jî rawestiye û got: " Sedema vê konferansê ne tenê neheqiyên ku li jina dibin e. Herwisa ricim, suneta jinan, kuştinên ji bo namûsê, şideta di nava malbatê de, berdêl, zewaca bi zorê, tundiya cinsî, tacîz, destdirêjî û qedexeya zimanê zikmakî jî hîn wek pirsgirên jinan dom dikin. Zana got em dizanin ku ev pirsgirêk îro zû bi zû çareser nabe, lê bi karekî hevbeş û hevkariyan dikare tesîra kêmkirinê çêbike. Zana herweha bal kişande ser Peymana Qesrî Şîrîn ku Kurdistan parçekiriye û Peymana Lozanê ku Kurd tune hesibandiye. Zana got, tiştên ku Kurd dijîn barê van herdu peymanan e û domand, "Ev bar siyasî,

civakî, kulturî, olî û aborî ye. Konferansê bi du roj karên berdewam û bi nîqaşên li ser mijara `pirsgirêkên civakî û siyasî yên Kurd, redkirin û înkarkirina nasnameya netewî û polîtîkayên dewletê` berdewam serkeftiyane dawî bi karê xwe anî.



Ji Kovara Agirî . H 134
******************
Ferqa di nêvbera

»ko«, »ku« û »kû« de

Nêrînek Zimanewî

Arif Zêrevan

Hinek xwendevanên me carinan ji me re nameyan rêdikin û dipirsin ka çima em di portala Nefelê de gihaneka »ko«-yê bi »o«-yê dinivîsînin û ne bi »u«-ya kurt. Çend sebebên wê hene û ez dê li vê derê bi kurtî behsa hinekan bikim .

Berî hertiştî divêt ez bibêjim ko dengê »u«-ya kurt dengeke ji du dengan pêkhatî ye û eslê wî dengî »wi« ye. Di hinek

bêjeyên kurdî de herdu dengên »wi« pir nêzîkî hev bûne û dengeke nû yê kurt jê çêbûye û Celadet Alî Bedir-Xanî ji wî dengî re »u«-ya kurt peyda kiriye. Yanê eslê bêjeya »Kurd, kurt, kurm, kum« û bêjeyên wekî wan »kwird, kwirt, kwirm, kwim« e lê belê ew paşê hatine guhartin. Heta niha jî li devera Botanê bêjeya »kurm û kum« wekî »kirm û kim« têne gotin yanê»w« dikeve û »i« dimîne. Vêca heçî gihaneka »ko«-yê ye nikare wekî »ku« bêt nivîsandin ji ber ev »o« ne ew »wi«-ya nêzîkîhevbûyî ye.

Di zimanê kurdî de sê bêje hene ko bi alfabeya erebî ji hev nayên vavêrkirin û hemî jî bi »kaf« û »wawê« yanê wekî »kw« têne nivîsandin. Ev hersê bêje hem dengên wan ji hev cuda ne û hem jî maneyên wan ji hev cuda ne ji ber hindê jî damezirênerê alfabeya kurdî ya latînî Celadet Alî Bedir-Xanî sê herfên cuda ji wan sê dengên cuda re peyda kirine û ew ji hev vavêr kirine. Piştî mirina Celadet Alî Bedir-Xanî hinek Kurdên ko bi alfabeya latînî dinivîsînin ferqa di nêvbera gihaneka »ko« û hokera »ku« de nedîtin û herduyan jî wekî »ku« dinivîsînin.

Ez dê berê behsa maneyên van bêjeyan yên cuda bikim û ji »Mem û zînê« nimûneyan bidim:



ko: heger, ku: çi, çawa, kû: kîjan dever

Yê ko alfabeya kurdî ya latînî amade kiriye û dengên kurdî li wan herfan siwar kiriye Celadet Alî Bedir-Xan e. Wî ji bo gihaneka »ko«-yê herfa »o« bi kar aniye û bi zanebûn »u« bi kar naniye û »Hawar« hemî bi wî awayî derxistiye. Herçî »ku« ye ew bêjeyeka serbixwe ye û maneya wê yekcar cuda ye. Ev bêje li devera Hekariyan û Goyan pir belav e û di cihê »çi« û »çawa« de têt bi karanîn û Ehmedê Xanî jî ew bêje gelek caran di »Mem û Zînê« de bi kar aniye:

{We zû şemirand ji bo çi sersal

Hon rast bibên ku [çi, çawa] bûye ehwal?

Hon bêjine min ku [çi] bû qediyye?

Kengê li me xef dibit xebiyye

Mecnûn ko [heger] nebit ‘edîlê Leylê

Leylê ku [çawa] dikit bi Leyl meylê?

Go ez ku [çi] bibêm bike tu bawer

Dawer bi mi ra ko [heger] bûye yawer

Em dê ku [çawa] heqîqetê ‘eyan kin?

Serrişteyê tuhmetê beyan kin

Ger fewt bikim cemî‘ê ferzan

Tacdîn ku [çawa] didim ji dest xwe erzan?}

Jixwe minaqeşe li ser »kû« nîne ji ber ko hemî kes dizanin wê (çawa) bi kar bîne. Lê belê, cardî jî ez dê nimûneyekê ji »Mem û Zînê« binivîsînim.
{Wan go tu ji ve tê, çi pîr î

Xalib tu ji ‘ilmekê xebîr î }

Piştî gelek lêpirsînan jî, min nezaniye ka çima Kurdên Bakur, piştî mirina Celadet Alî Bedir-Xanî gihaneka »ko« guhartin û kirin »ku«. Texmîna min ew e ko kurdên Bakur ji tesîra »o«-ya qelew ya tirkî rabûn û »ko« wekî »ku« nivîsîn da wê wekî »o«-ya tirkî qelew bi lêv nekin. Heger wisa be ew sebebekê bêbingeh e ji ber herfa kurdî »i« jî wekî herfa tirkî »i« tête nivîsandin. Lê belê, dengên wan ji hev cuda ne.

Vêca ji ber maneyên cuda û ji ber denganiya cuda ya hersê bêjeyên kurdî divêt ew wekî »ko«, »ku« û »kû« bêne nivîsandin. Ez jî hem di nivîsar û berhemên xwe de û hem di berhemên ko ez amade dikim de, xwe dispêrim metoda Celadet Alî Bedir-Xanî û wekî wî dikim.



Ev gotar ji

malpera Avesta hatiye wergirtin
******************

Pakrewana serpiyan

Mihemed Qere Hesen



Çîrok

Mala sîfîliyê bişewte, mirov bi xweşî di qaska çembil de, bê av dikele, ne hulm nejî bihn jê hildikele; di xilmaş û keriya felekê de, di çav damirtin û kûriya dadê de, bext reş û kirasê ji êgir , Henîfe di bezê xwe de diqewirî. Weha wê ew tişt bi bîra xwe tînan, bi dilê qijilî li ber deriyê male- yê bi zingarê boyekirî- rûniştibû. Ew xaniya di paşiya taxa Şêx Meqsûd xerbî de, bi kelpîçên sipî yên ji çementoyê rij û ji ode nîvkê, hatibû ava kirin. Fîstanekî ji pîna hatibû çançanîkirin li xwe kiribû. Mîna kurkekê çêlik li dorê dilîstin. Lê haya wê ji sê zarokên xwe tunebû, guhên wê ji dorhêla xwe kilît kirîbûn, bi hêvî ramanên xwe firîbû roja ew û hevalên xwe li riya çûn û hatina dibistanê dilîstin, weke çêlikên qumriyên xeşîm, rojên bê jê ve xuya netên, basik li hev dixistin. Di ber re keser û hulmek dû jê hildikele dikşand. Pirs in ne nas ji xwe dikirin.

Çima min xwendina xwe bi serî nekir ?!

Çima min zû hez kir ?

Çima bavê min ez tavilê dame mêr ?

Felek ji min qeherî, bi wê jî nekir hê mêrê min ê ciwan, bi qotikê ji min stand. Ev komên sêwiyên nikarin bifirin, di stuyê min de hîştin.

Ji nişka ve, giriyê lêw ê sê salî, ew şiyar kir. Ewê bê derpî, di goleka ava kom bûye û gemirî de, digel keleşêr û mirîşkan dilîst. Gava law vir de û wê de dibezî, kurmikê sinet nekirî dinav nigan de dihejî, çavên keleşêr lêketibûn û nikil dikir vê re qêrînî pê diket. Bê hemdê xwe bezî kurikê xwe. Çi bûye ? Çi bûye ? Çav li xwîna ji nav nigên lêw diçû ketin. Dizanî çi bûye?. Bi keviran dev ser keleşêr û mirîşkan dikir, wan jî dikir qit-qit , basik li hev dixistin û direvîn. Bi lez diçû hinder, paçek ji famîlê wan ê pizirî çirand, pê nav lingê lawê xwe girê da.

Ew êvarê li benda keça xwe ya hefdeh salî bû, ku ji karê terziyê were, qisaweta wê -mîna marekî serpehin bi hinavê badida- bi tirs bû, ku goştê wê yê teze bi xavî were xwerin. Çavên wê li benda vergerê mîna stêrkên dûr di şeva bê heyv de kûrik bûbûn. Ji te ye rûyê wê şevşalek reş e du qul lê ne. Her roj ev rewşa xwe bû; ra keç ji kar vedigerî.

Wê şevê ji ber bîna nexweş, ku ji sergoyê li rojavayî malê boşkirine gêj dibûn. Êrişa refên pêşî û miciqan- weke firokên soxoyî- dikir hum hum û zixtên xwe mîna mûjeka davêtinê. Xew ji çavan dibûn kew û difirîn, tevî hiş govde dibû, weke masiya bi ganî di nivînê sêlê de bê zêt xwe teqle dikir û dibrijî. Berî berbangê piçkê govde xwe ji bîr kir û çav mîna du kevokên di petrolê werbûne nirkarin bifirin di cî de los dibûn.

Wê nizanî çawa çûye meydana Seidela Cabîrî, û pêrgî mêrê xwe tê, wêneyê mixtarê gund di dest wî de ye, yê bi coşî hildide û bijî dike, deng ketiye. Tavilê dibeze ba û bi milê digre û diçelqîne. Ew li rastî xwe mêze dike, çav li jinê dikevin, ziq radiweste û jê re dibêje:

Te çawa zarok li mal bi tenê hêştine ? Wê bitiresin ! tiştan bişkînin, bi ser xwe de gêr kin…

Jin jê dipirse: Min tu ji mêj ve nedîtiye, li ku yî… ?

Ez çûme ba mixtêr.

Ne mixtar miriye, tu çawa çûyî ba wî.

Erê erê, ew bi laş mirye, lê kirarên wî di nav me de zindî ne. serî ber jor dike û li wêne dinêre û dibêje: Ne weha ye mixtar. Ew jî tev komê bi refik serê xwe dihejîne: Erê weha ye weha ye…Jinik ji sawa kirarên wî re bê ku birame min a xortê nuh bûye leşker, nigan dide ber hev dest radike û silavliqê jê re lêdixe.

Bi dengê lêdana lingê xwe re şiyar bû, û dengê mixiltiyekê ji derve li guhan ke?. Ew bi govdê xwe yê mina marekî tevizî, ji nav nivînê bi dizî kişand li paşa derî kilor bû, û ji xwe re got: Hê segan xew nekiriye sibe zû ye, ev çi mixiltiye ? guhdariya wan dike; lê deng lê rast nabin. Di qulika derî re dinêre, dibîne cêbek rawestiye, du kesan xwediyê mala cîrên weke guran miyekê bi nav xwe din û rakêşkî hindirê cêbê dikirin.

Weke cîranê xwe nas dike, mat dimîne ! nizane sûcê wî çî ye. Bê ku pê birame li nivîna xwe vedigere.

Ji ber karê mal nikaribû, ji nuh ve di xew keta. Deng li keça xwe kir sifre jê re amade kiribû, wê ew mal tev xwedî dikir, ji ber ku ciyê xwe di mal de girtibû. Piştî çû kar, ew jî diçû firnê û vedigerî.

Wê rojê ew mîn a jinek nebîranî dilê xwe pir goşt dixwest, lê gava li berîkê vedigerî, ew daxwaz ji ber bihabûnê dihate qurçandin, tevî wê ew pêl di binê derûna wê de li hev diket. Li nîzîkî malê firoşgehek mirîşkan hebû, perên berîka xwe dijmêrtin têra celfînekî der ne diketin, nizanî dê çawa bike. Li kêleka mal mêze dikir, ku dusê pisîk weke piling li laşakî dihatin hev û diçirandin, weha ji tûrekî reş didirandin, ew bervê diçû; wan dev qîç dikirin gir girî bi xwe dixistin tê de çav beq dikirin, wê serên mirîşkan tê de didîtin, pisîkek reş jê re digot: Tûrik ji ber me merevîne, ez pêrîme, bi şev dixew de ezê te bifetisînim. Lê hurçê birçîbûnê bihna goşt di dil de dengê pisîka reş nekir. Bi lez bêyî ku kes tûrik dest de bibîne, dikete hewşê û der li pê xwe digirt. Turik diçirand, têde serî nig tev hev bûn. Di dilê xwe de digot: Ma çi pêve heye, ezê bikelînim goşt ji hestiyan bikim, di ber gêrmiyê re ji zarokan re bi şîvkim. Ma kî zane ?

Li ser şîva kutkê malê digel qiçikên xwe li dor sifrê kom dibûn. Bi coş xwerin dixwerin, diya zarokan bê hemdî xwe dixwer, zik li xwe dikir bêder; bi kevçiyê dawî re tiştekî tûj weke şefrê bi gewriyê xuşî, êşa wê hindir teqle donderî dikir û dişewitî. Ax ûx …kuxik li ser hev dihatê, hema hema dêku bifetisya, hevkî diçû êş pir dibû, nikarî gotirkira.

Zarokên xwe dişandin ba cîranan, lê kom dibûn, hêl hûl ji malê hildikelî. Her yekî gotinek dikir. Li dawê radikirin nexweşxanê. Bi rê ve teksî ji kortekê der diket di ya din wer dibû.

Piştî diktoran ew sedikirin û biyar weha dabûn: Boriya gewriyê yê xwerinê ji jor de heya jêr çiriye, zik tijî xûn bûye, divê bilez emelet jê re were kirin, ger weha bimîne wê bimire, kî xwediyê xwe ne ?. Cîran dibêjin: Ev keça xwe ye.

Diktor dibêje: ka bavê te, mervên te ?

Keçik: Bavê min miriye, kesî me tu ne ye! Tu zanî diktor

Diktor ustiyê xwe badide, bê deng diçe oda qlemteraşê. Ên pispor li dorê kom dibin, jê re emeletê dikin. Vê carê şiyar nabe, dikin nakin xewa bencê girane şiyar nabe, wê hîngê diktorê bencê lê haybû ku pir dayê ye. Katek didu çar… yawaş yawaş lêdana dil kêm dibe.

Wê gavê diktorê bencê der dikeve der ve, keçik û cîranan dibezin pêşiyê. Çawa bû, bi serî bû…?

Diktor dibêje: Wîn zanin çima gewriya wê çirye ? Ji zik dirnaqek nigên mirîşkan bi der ketiye, ew sedeme. Ma ev pisîk bû nigên mirîşkan xweriye; êsta ewê di xew de ye. Yek jê dipirse: Dê kînga şiyar bibe.

Diktor: We çi lez kiriye, qey heya roja qîymetê şiyar dibe, wê hîngê ademizyad wê tev ji xew rabin.

Heya diktorê bencê vedigere oda qlemteraşê, dilê wê xwe ji hemî êş qisawetan xwe vehesandiye. Bi sibê re têrmê ji nexweşxanê bi der dikeve, digel pasekê û çend salonan, ji korta Şêx Meqsod xerbî, û ji hêlîna, li ser zarokên xwe difire goristana Henên.

Li ser mala wê ya sermed, dost, cîran û hezkirinê wê, bi dil in çelmisî û çav in şil kom bûne. Xoce bangê dike:

Hey Henîfe keça diya xwe, guhdarî min bike û li pê min bibêje:

Şênî li goristanê vedigere, wê ji roja nûjenê re dihêlin. Lê hê di qisaweta zarokên xwe bû. Ji ber ku zarok ji roj in na nas re ma bûn.

Wê destê xwe ji tirbê bi derxist û bi kevirekî reş û xêzeke qaling li ser kêlika li ber xwe nivîsand:

Pakrewana serpiyan

HEYFA MIN JI MIRÎŞKAN VEDIN

30-04-2010

******************



Bajarê Jinebiyan

Hêvîdar Zana

Dema min rapora taybet ya li ser vê babetê xwend, xwîn di damarên laşê min de cemidî. Min ji ber xwe ve şerm kir, weke ku ez sebeba trajêdiya wan jinebiyan bim. Rapor pir berfereh e û rewşa jinebiyên Hindî bi hemo aliyên wê ve radixe ber çavan.

Bajarekî mestîmezin tije jinebî bûye, jinebiyên ku ji aliyê malbat û civakê ve hatine avêtin. Ew 150 kîlometroyan dûrî Dêlhî ye. Navê bajar Vrindavan e. Jinên ku mêrên wan mirine û dimrin, berê xwe didin wî bajarî. Bi tenê ew bajar wan dihebîne. Hinek ji wan di destpêka temenê xwe de ne, hinek navsere û pîr in, lê çarenivîsa tevan yek e. Tawana wan ewe ku ew li welatekî weke Hindê jinebî ne. Ez ji civaka xwe de dizanim ku barê jinebiyan giran e, lê min nizanibû ku jinebîtî tawan e.

Li gora raporê, li Hindê û di nava baweriya Hîndûsî de jinên ku jinebî dimînin, weke pîrebokan têne dîtin. Êdî dawî li jiyana wan ya civakî tê. Bi tenê bajarê Vrindavan hembêza xwe ji wan re vedike, ewên ku êdî tu kes wan naxwaze.

Tê gotin ku bi daketina êvarê re, dema ku reş dikeve erdê û êdî mirov nikare wan bibîne, ji cihên xwe derdikevin û berê xwe didin perestgeha mezin. Bi meşeke lawaz, weke ku bi avêtina her gavê re lêborîna xwe ji jiyanê bixwazin. Bi tenê segên kolanan şahidê wan in.

Ew dimeşin heta ku digihîjin perestgeha Hîndû. Ew perestgeha ku bi sedan jinên weke wan li hewşa wê rûniştine û li hêviya gepek nan in. Her şev beriya ku serê xwe deynin û têkevin xew, dû'a dikin ji bo ku roja din hişyar nebin. Li mirinê digerin, lê bi dest nakeve.

Wan li gel mêrê xwe, hemo mafên xwe yên civakî jî wenda kirine. Kesek naxwaze nêzîkî wan bibe, ji ber ku wan bêoxir dibînin. Tê gotin ku wan serê mêrên xwe xwarine û divê berdêla wê bi êş û azarê bidin. Li gora adetên Hîndû, jineke ku mêrê wê bimre, divê di temamê jiyana xwe de şînî be û temamê porê xwe bibire ji bo ku ji mêrên din re ne balkêş be. Her wiha divê xwarina wê jî pir sivik, bê goşt û biharat be ji bo daxwaza wê ya cinsî zêde nebe. Xelk wan ji nava xwe davêje, ji ber ku li gora wan, siya wan jî bêoxir e û dikare felaketan bîne serê mirov. Ew di ber mirina mêran de sûcdar têne dîtin.



Hikûmeta Hindê li gora yasayê mûçeyeke pir hindik (mehane nêzîkî 10 dolaran) dide jinebiyan. Lê haya gelekan ji wan ji vê mûçeyê û yasayê jî tune ye. Karkirina jinan ji xwe bi awayekî giştî li Hindê kêm e, îcar ji bo jinebiyan qet tune ye.

Tu kes bi jinebiyekê re nazewice jî. Hinek ji wan hîna 17 salî ne, lê êdî dizanin ku jiyan ji bo wan roja mirina mêrê wan rawestiya ye. Rapor behsa rêkxistineke civaka sivîl dike ku li ser rewşa jinebiyan radiweste û dixwaze derfetên jiyanê li pêşiya wan fereh bike. Berpirsyara rêkxistinê Mohini Giri dide zanîn ku rojekê riya wê dikeve bajarê Vrindavan û dibîne ku cenazeyê jinekê li kolanan ji aliyê segan ve tê perçekirin, lê tu kes naxwaze ji erdê rake û binax bike, ji ber ku ew cenazê jinebiyekê ye. Ew dîmen dihêle ku Xanim Giri sitargehekê ji bo jinebiyan veke û dest bavêje vê pirsgirêkê.

Niha 120 jinebî li wê sitargehê dimînin, rojê sê caran xwarinê dixwin, nexweşiyên wan têne dermankirin û weke mirovên ji rêzê têne dîtin.

Tê gotin ku 33 milyon jinebî li Hindê hene û piraniya wan li kolanan di rewşeke pir xerab de dijîn. Li cem me, herçiqasî di aliyê aborî de pirsgirêk hebin jî, qedir û qîmeta jinebiyan tê girtin û civak bi her awahî xwedî li wan derdikeve. Xanima ku piştî mirina hevjînê xwe li ser zarokên xwe bimîne û careke din nezewice rêzeke taybetî jê re tê girtin. Bi kêmanî li devera ku ez jê hatime, wisa ye.  Ez bawer nakim li tu dever Kurdistanê jî jinebî xerab û kêm werin dîtin.

Li dawiyê ez bi tenê dikarim vê bêjim; Xwedê neke ku tu jin li Hindê jinebî bimînin. Amîn.

Têbîn: Ev nivîs li Hewlêrê bi soranî di kovara Warvîn de hatiye weşandin
Ev gotar ji malpera Avesta hatiye girtin
******************

Dîroka zimanan,

û zimanê Kurdî xwe li kû dibîne

Memê Alan

Ji destpêka afrandina zimanan de û ta zimanên îroyîn ku li cîhanê dijîn, zimanzan pêvajoya wan weha dişopînin û berbiçav dikin. Li pêşî, zimanan dabeşî ser sê komên sereke dikin: yekem, koma zimanê Hamî û Samî: Ji vê komê du zimanên serekîn peyda dibin û jîndar dimînin, ew jî evin : Zimanê Erebî û zimanê Ibrî .



Koma diwem: koma zimanên Ûral – Altay – koma siyem, koma zimanên Hind –Ewropî: Ew jî di pêvajoya xwe de. Parve van zimanan dibe: Inglîzî, Almanî, Latînî, Sansikrîtî …….. û beşa zimanên Îranî. Zimanên Îranî jî di dirêjiya pêşketina xwe de, bi du rengan ji hev hatin cudakirin . Li gorî serdema xweyî dîrokî li ser sê serdeman ( kevnar, navîn û nû ) dabeşbûn. Û li gorî xaknîgariya ku lê belavkirî, bûn çar par, zimanên Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojava. Zimanên Rojava yên Îranî ji aliyê xwe ve bûn du beş, Bakur - Rojava û Başûr-Rojava, Ji beşê Başûr-Rojava Farisî û hin zimanên dî hatin der, û zimanê Farisî di serdema xwe de hate guhertin, û di sê piledemên zimanî re derbas bûn. Pêşî ew bi zimanê Medî û partî, partî jî di serdema wê ya îroyîn de, ev ziman Belûcî, Tatî, Gilokî, Talîşî …… ,û Kurdî jê çêbûn. Herweha li gorî xaknîgariyê zimanzan û zimanasên zimanê Kurdî wê dikin sê bir, Bakur, Başûr û naverast. Lê, şerefxan Betlîsî di Şerefnama xwe de, zimanê Kurdî dike çar zaravên serekîn, Kurmanc, Lor, Kelhor û Goran. Mamoste Samîtan wê weha parve dike: Kurmanciya jorîn, jêrîn, Goranî (Hewremanî), kirmanckî (dimilkî) û lorî ….û H.W.D .

Hêjaye em bi bîr wînin, ku gelek zimanzan, zimanê Kurdî, yekser bi Medî ve girêdidin . Di baweriya min de ev nêrîn dûrî pêvajoka zimên e. Ji ber ku, tu ziman di pêvajoya xwe de weke xwe nema ye. Ew weke hertiştê di gerdûnê de, hertim hatiye guhertin, yan zimanin dî jê çêbûne, yan jî ew veguhestiye zimanekî dî. Herweha ez kanim bibêjim, ku zimanên îroyîn, ku di xaknîgariya zimanên Îranî tê de hatine afrandin, mîna Farisî û Belûşî …… û H.W.D, xizimên zimanê Kurdî ne.


******************

Dara pîroz

Birasozê Sirûcî

Kurdistan dara bihn xweş e, ku di her demsalê de kerasê xwe diguhêre ser kesk, sor û zer ve û li her deverê Kurdistanê cihê xwe digre. Bihna xweş a AZAD , RIZGAR, û SERBIXWE difûrîne pozê her mirovekî Kurd.

Kûraniya koka xwe ji ya volkana yekemîn a di vê axê de teqiyayî hilgirtî ye, û çiyayên Kurdistanê bejna xwe ji wî agirî sazkirine. Lewra Kurd di roja ku ev dar çandine de, agirê wê volkanê bi bîr tînin, şahiyan li dardixînin û bi tevî mûman li dor vê darê dicivin. Ev roj, roja çandinê, roja ku roj şev wek hev dibine: Ji alîkî ve, şev dibe roj, ji ber ku ronahiya agirê, çandina darê, tarîbûnê li pêş çiyayê ku di nav ewra de winda bûne, tîrêj bi tîrêj dike û li pêş rêwiyên di nav zeviyên bê av de wenda dike. Lehiyên leylava berfê, şaxên xwe dikolin û nema zevî û daristan bê av dimînin. Ey AVDAR çima Ferat dîn dibe û Dicle xwe ji xwe derdixîne!?

Ji aliyê din ve, li gor zanistiya felekê, dirêjbûna roj û şevê jî wek hev dibin. Ango, tu cidabûn li hember agirê volkanê, di şahiya çandina dara Kurdistanê de namîne. Nema yên dar û gulan hildikin ,dê bêjin reş û gewr (sipî ), dirêj û kin, mezin û biçûk, nêr û mê ,…H.W.D Gelo ma tiştik di jiyanê de heye, ku bibe bend li pêş belavbûna bihna gulan !!??

Bi kurtayî, mirov kare bêje dara Kurdistanê dara AZADÎ, WEKHEVÎ, û AŞTÎ ye. Dara serxwebûn û rêzgarkirina deşt, çiya, mêrg, gelî, zevî û daristana bê av e.

Hêjayî gotinê ye, ku em bêjin dara Kurdistanê dara PÎROZ e.


******************

Çîroka Kurmancî:

MIH Û ŞÊR Û GUR

Çarekê êleke Koçeran bar kir. Mihek li şûn waran ma. Mihê jî rê girt û çû, rastî mêrgekê hat; mêrgeke pir xweş. Mihê jî tê de warê xwe çêkir û za; du berxên mê anîn.

Rojekê mihê dît vaye şêrek bi ser de hat. Şêr jê re got: Tu çima li vir î?

Mihê got: Bi saya serê te , ko tu siltanê heywana yî, ez û berxikên xwe li vir, di vê mêrgê de diçêrin.

Şêr got: Qet tu hesaba meke, ez li pişta te me, û şêr çû; mih jî ma.

Rojekê mihê dît vaye gurek hat. Gur jê re got: Ma tu nizanî, ku ev mêrg a min e, û tu bêyî min hatiye û tê de diçêrî.

Mihê got: Ev mêrg, mêrga şêr e.

Gur got, na ev mêrga min e û ezê herdu berxên te bixwim, ji dêla çêriya xwe ve. Û rabû herdu berx xwarin û dîsa gote mihê: Careke din ez vegerim û te li vir bibînim, ezê te jî bixwim.

Gur da rê û çû. Şêr hat. Mihê hal û hewalê xwe jê re gotin. Şêr got: Meyzê, ezê xwe di piş vî kevirê ha de veşêrim. Gava ku gur hat û gote te ev mêrga min e, tu bêje na ev mêrga şêr e. Heke got na mêrga min e; tu bêje hema sê gavan ber bi vî kevirê ha ve bavêje û bêje vî kevirî ev mêrga min e, min qebûl kir.

Rabû şêr xwe di piş kêvir de veşart. Gur hat û gote mihê, hêj tu li vir î?. Ma min ji te re negot ji vir here. Mihê got, ev mêrga şêr e; wî got na. Axir mihê got, ji min re bi vî kevirî ha sûnd bixwe min qebûl kir.

Gur jî li tiştekî wilo binêkar bû. Hema ber bi kêvir çû û got, ev gavek û du gav û sê gav. Li gava sisiyan çavê wî bi çavên şêr ketin, destê xwe avête pêsîra xwe û got: Bavo ez bextê xwe xera nakim, ev mêrga şêr e.

Çaxê wilo got, şêr ji pêl ve rabû û ber pê hat û jê re got: Belê guro ev bû mêrga min; ji ber ko te ez li piş kêvir dîtim. Lê te gava berxik xwarin, ev ne mêrga min bû!. Şêr hema lepek li qafê gur da û gur di cih de kuşt.

Çîroka me çû deştê, dê û bavên me çûn bihuştê.
Kovara RONAHÎ-

sal 1, hejmar 8, Şam 1942
******************

Dawiya zorê rûreşî ye

Enehîte Mûrad

Dema navê komara îslamî ya Îranê li guhên mirovan dikeve , pêre-pêre jî dîrok û dîmenên rijîma Tehranê ya nemirovane di pêş çavan re diçin û tên, ku ji roja roj ve daxwaz û armancên wan bêbextane, ku gelê Kurd tarûmar û tune bikin .

Wisan jî - mîna pîrkênmilikdas-ew bi rengên curecur lêdan û qirkirinan li ser gelê Kurd dimeşînin ?. Piştî şikestina rijîma şahê xwînmij û bi serketina sîstema îslamî bi serkêşiya Xumênî ; Tehranê karîbû bi bêbexitî û derewan gelên Îranê nemaze Gelê Kurd, di hildana dirûşmên Islamî de bixopandana. Vêca jî, hemwelatiyên Îranê bi hemû netewên xwe ve , hêviyên xwe bilind dikirin û li benda heyameke aştî , azadî û wekiheviyê diman ?.

Lê mixabin rijîma Xumênî, piştî li ser lingên xwe sekinî û komara Islamî ragihand ; Bi qirêjkirin, setem û zordarî dajot, û rojê bi dehan Kurdên me bêsûc û guneh dihatine girtin û kuştin !. Herweha ta roja îro jî, ew reng sîstemrijîma li ser sîngê hemwelatiyên Îranê û nemaze Gelê Kurd berdewam e. Îro jî, çi bi dizî û çi jî aşkere ew bê şerm û fedî, li pêş raya giştî ya cîhanê zor û qirkirina xwe li serê gelên Îranê nemaze Netewa Kurd her-herberdewam e!. Dadmendiya Qurana pîroz binpê dike !?. Ma gelo, qêrîn û hawara ciwanên me yên Kurd ji keç û xortan, li ber darê îşkencê têne ji bîra kirin?!. Bêgûman, tol û heyfa wan bêgunehan, wê were hildan ?'.

Xuyaye Ehmedî Necad sûd ji çarenûsa cîranên xwe - nemaze ji Sedam negirtiye!. Wisan jî, li serê xwe siwar e, ku negengaze rastiya dîroka Kurdan bipejrîne . Lewre jî roj ji rojê, ew çavsorî û bêbexitya xwe bêtir gur û bi hêztir dike ,û heyama tirsê di nav Kurdan de bilind û zêde dike. Nemaze piştî hilbijartinê û tirsa wî ji raya hundirê Iranê ;Wî bûyerên bi êş û jan gurtir dikirin , bi sedan xelkên Îranê - bi taybetî ciwanên me Kurdan - davêtin binê zîdanan !.

Bêguman, ciwanên me bi pêdarî û bawerî serî neditewandin û bi serbilindî bersiva xwe didan û digotin : Em Kurd in, xwedî dîrok û xak in, em neviyên Qadî Mihemed, Qasimlo û D.r şerefkendî ne, tu hêz nikare me ji riya wan pakirewanan bizîvirîne!?. Loman jî , li vê dawiyê, di -9- ê Gulana -2010-an de, li girtîgeha Evînê çar ciwanên Kurd yên bi navên Şêrîn , Ferzad , Ferhad , Elî û di gel yekî ne Kurd bi navê Mehdî, bêsûc û guneh hatine darvekirin û bi şahnazî ew diketine nava rêzên pakrewan û zindiyên Gelê Kurd . Ma gelo! ev bêbextiya di kîjan ol û dînî de tê pejirandin, û ta kengê ev rijîma Îranê ya olperest, wê zordariya xwe di bin perda ola Îslamî de, li serê gelê Kurd berdewam bike. Ma raya giştî ya cîhanî çima vê kiryarên nemirovane nabîne, ta kengê ewê çavên xwe damirînin û guhên xwe bigirin û li pey berjewendiyên xwe bibezin ,û mafên mirovan binpê bikin !.

Bêgûman, tu dar serên xwe gihane esmanan nîne, dawiya zorê rûreşî ye û ew roj jî nîzîk e. Ehmedî Necad û dûfçilkên xwe wê şermezar, riswa, û rûreş bibin. Em di wa baweriyê de ne, ku ew jî mîna cîranê xwe Sedam û hevriyên wî wê werine darvekirin. Eger- bi rastî -baweriya wan diktetoran, bi ola îslamî hebe, di Qurana pîroz de jî hatiye gotin: Kesê kuştinê bi kar bîne -ger piştî demekê be- tê ye kuştin? Ev yeka jî, di dîroka mirovan de pir cî girtiye?. Weke mînak em dûr neçin, hema li dawiya rewşa Sedamê xwînxwar bimeyzînin, çawa û bi çi rengî herdu kurên wî hatine kuştin û malbata wî tarûmar bûye, pişt re ew jî hate dardekirin !. Ma gelo! Ehmedî Necad ji vê bûyera nêzîk, sûdan wernagire, li xwe venagere û lêborînê, tika û lava ji gelê Kurd nake, ji berî ew jî têk ve dere…. !!


******************

Azadî ji girtiyên siyasî û xebatkarên gelê

me yê Kurd re , yên di girtîgehên Sûriyê de
******************

***********


Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©azrefs.org 2016
rəhbərliyinə müraciət

    Ana səhifə