Ji dem û dewranên cuda cuda yên wêjeya cîhanê




Yüklə 223.56 Kb.
səhifə1/3
tarix30.04.2016
ölçüsü223.56 Kb.
  1   2   3

ji dem û dewranên cuda cuda yên wêjeya cîhanê



P E N D N A M E




Berhevkirin, bijartin û wergerandin:

Husein Muhammed

Aristoteles
Mirov heywanê siyasî ye.
Hema ku derfet û delîv hebe, pirraniya mirovan dê xerabiyê bikin.

Mixayîl Bakunîn
Bisinorkirina azadiyê qaşo bo parastina wê şaşiyek mezin e.

Francis Bacon
Kirêtiya meymûnan zêde ye ji ber ku ew pirr dişibin mirovan.
Derman ji derd kembaxtir e.
Yên temaşe dikin pirrî caran ji lîstikvanan baştir dibînin.
Yê her kes jê ditirse, baştir e bi xwe jî bitirse.
Mirovê dixwaze tol û heyfê hilde, birînên xwe yên dê sax bibana kul dihêle.
Bêdengî qenciya ehmeqan e.
Yên zêde xweperest ta xaniyan dişewitînin daku ji xwe re hêkekê biqelînin.

Honoré de Balzac
Piştî jin mêran dikin mih, jê re dibêjin: tu şêr î.

Charles Baudelaire
Huner çi ye? Fahîşetî ye.
Xwedê tekane kes e ku bo bikare desthilatiyê bike pêwîstî bi hebûna xwe nîn e.
Jiyan nexweşxane ye ku her nesax lê dixwaze nivîna xwe biguherîne. Yek dixwaze li ber tenûrê binale, yek din bawer dike ku dê li ber pencereyê sax bibe.
Dewletên mezin li ser bingehê xerabiyê û dînên (olên) mezin li ser bingehê xapandinê tên afirandin.

Henry Ward Beecher
Diviyabû her mirovekî gorristanek heba daku kêmasiyên heval û hogirên xwe tê de veşêre.

Ebu Zeyd el-Belxî
Nobetgir çend gelek bin, hind asantir nehînî aşkira dibe.
Yê ji nehîniya xwe re li nobetdarekî digere, wê nehîniyê aşkira dike.

Arnold Bennet
Heke mirov fêrî reşbîniyê bû, ew jî mîna geşbîniyê xweş e.
Rojnamevan hin tiştên dizanin nerast in dibêjin bi wê hêviyê ku heke her dubare bikin ew tişt dê bibin rastî.

Ambrose Bierce
Mejî alavek e ku em pê difikirin ku em difikirin.
Hemî dîn in lê yên dizanin dîniya xwe şirove bikin fîlozof in.
Siyasetmedarê paşverû ji neheqiyên heyî hez dike. Siyasetmedarê pêşverû dixwaze hin neheqiyên din bîne şûna wan.

Josh Billing
Jiyan kurt e lê dîsan jî têra hindê dirêj e ku mala mirov wêran bike.
Bo ku tu navşirîn bî, bi aşkirayî bide û bi dizîkî bistîne.
Heke heywanan jî aqil heba, ew jî dê mîna me bêaqil ban.

Otto von Bismarck
Heke tiştekî wek prensîp bipejirîne, tê wê wateyê ku ticarî di pratîkê de bi cî naîne.
Siyaset ne zanist e, huner e.

Ebul-Hesen el-Bistamî
Koriya aqil derdê bêderman e.

Björnsterne Björnson
Di siyasetê de rastî nayê bikaranîn ta pêwîstiya kesekî pê nebe.

William Blake
Ma azadî bo çi ye heke bênfirehî nebe?
Yê dixwaze lê naxebite, belayê diçîne.
Her çavek bi rengekî dibîne. Çav çawan be, tişt wisan e.
Xema zêde dikene. Şahiya zêde digirî.
Dêra zemanê me Mesîh serberjêr çarmix li xaçê dide.
Afirandina gulek biçûk kar û xebata sal û zemanan e.
Di çavê yê tema û nemerd de qirûş bedewtir e ji rojê û çizdana bi pareyan ve kevnbûyî delaltir e ji wişiyek tirî.

Jakob Bosshart
Hertim tê pirsîn ka filankesî çi kiriye. Divê carinan bê pirsîn ka wî çi nekirî hiştiye.
Hêvî difirre, kirin bi piyan dimeşe. Lew ew herdem hind dûrî hev in.

Sir Thomas Browne
Mirov mezintirîn dijminê xwe ye, û - wek ku hatiye dîtin - celad û serjêkerê xwe jî.
Guman tê de nîn e ku gelek kes li ser dinyayê wek ewliya hatine binavkirin lê dê li bin dinyayê ticarî ne ewliya bin.

Elisabeth Browning
Xem dikare şahiya şaşhatîfamkirin be.

Robert Browning
Raman giyanê kirinê ye.

Henry Buckle
Her dîn û olek serdest carekê xafilî bû.

Edmund Burke
Koletî li herderê heye. Ew mîna giya li herderê şên dibe.

Robert Burton
Ew pozbilind bûn ji ber ku ne pozbilind bûn.
Ax, qelem dikare çend ji şûr zalimtir be.
Dîn û aqilsivik pirrî caran rastiyê dibêjin.

Samuel Butler
Pare yan jiyan! Talanker dihêle mirov bibijêre lê jin herduyan dibe.
Tê gotin ku pare sedema hemî xerabiyan e. Bêguman nebûna pare jî.
Ti kes mîna şahidan şaş nabe.

Lord Byron
Ecêb e lê rast e çimkî rastî herdem ecêb e.
Heke bêalî bim, hemî alî dê bixeyidin.

Jean Calvin
Divê em ji bîr nekin ku Şeytan jî dikare karên baş bike.

Albert Camus
Em li dinyayekê dijîn ku divê mirov lê bibijêre ka dixwaze qurban an jî celad be - ne ti tiştek din.

Giosuè Carducci
Dema sîbera bejnbostan dirêj dibe, dema avabûna rojê ye.

Thomas Carlyle
Ji kêmasiyan a herî mezin ew e ku mirov ti kêmasiyan di xwe de nebîne.
Ne giring e bibînî ka tişta li dûr çi ye lê giring e tişta li ber dest bikî.
Tevî ku hemî dinya xerab bibe jî, tu dê tenê carekê bimirî.
Heke Îsayê Mesîh îro bê ser rûyê erdê, kesek dê wî li xaç û çarmixê nede. Xelk dê abngî wî ser firavînê bike, dê guhdariya wî bikin ka ew dê çi bibêje daku henekan pê bikin.

Gaius Catullus
Ji kenê bêterz tiştek bêterztir nîn e.

Miguel de Cervantes
Gelek kes diçin hiriyê lê bi xwe cewkirî vedigerin.
Carinan dema mirov li tiştekî digere, tiştek din dibîne.

Nicolas-Sébastian Chamfort
Dîn ji aqildaran pirrtir in. Û di aqildaran de jî ji aqildariyê gelektir dînî heye.
Xwezî şûm tembel û bêaqil jî kêmbêj ban.
Ji hezkirinê xweheziyê kêm bikî, hema ti tişt namîne.

Geoffrey Chancer
Şêwaz ramanan dixemilîne.
Dema tiştek li me tê qedexekirin, ji nû ve dilê mirov diçiyê.

G. K. Chesterton
Romana baş rastiya serlehengê xwe vedibêje, romana bed (nebaş) rastiya nivîskarê xwe vedibêje.
Yên bi rastî jixwebawer in hemî li şêtxaneyan in.
Rojnamevanî ew e ku tê gotin "Lord Jones mir" ji wan kesan re yên ticarî nizaniye ku Lord Jones hema her hebûye jî.

Winston Churchill
Diktator paş û pêş li pilingan siwar dibin û newêrin jê peya bibin. Û piling jî hêdî-hêdî birsî dibin.
Herdem amade me fêr bibim tevî ku hertim hez nakim jî ku têm fêrkirin.
Carinan mirov li rastiyê diqelizin û pê dikevin lê pirraniya wan radibin ser xwe û bi lez meşa xwe didomînin mîna ku qet tiştek neqewimîbe.
Kembaxtirîn belaya hatî serê gelê Rusyayê welidîna Lenîn bû û belaya duyemîn kembax - mirina wî.

Xelîl Cibran
Zarokên we ne zarokên we ne. Ew keç û kurên bêriya Jiyanê ne.
Hûn dixwazin dem bikin çem û li ber rûnin û binerin ka ew çawan diherike.
Yê difirre, divê bixwişe jî.

Marcus Tullius Cicero
Ti tiştek wisan dûrî aqil nikare bê gotin ku ti fîlozofekî ta niha negotibe.
Georges Clemenceau
Siyaset mîna alavekê ye ku komek mezin a zelaman pê mijûl e daku mêşekê pê ji erdê rabike.

Jean Cocteau
Diviyabû neynik û awêne hinekî bifikirin ji berî wêne di xwe re biteyisînin.
Bêguman ez ji hebûna şans bawer dikim. Heke ne wisan be, ez dê çawan serkeftina wan ravebikim ên ez jê hez nakim.


Samuel Taylor Coleridge
Ya ji dil be dikeve dil.

Charles Colton
Heke te ti tiştek gotinê nebe, ti tiştî nebêje.
Kes hindî wî kesî hez nake ji nehîniyan ê naxwaze wan nehîn bihêle.
Gelek kes rast dibêjin dema dibêjin ku ji dewlemendiyê hez nakin. Mebesta wan dewlemendiya kesên dî ye.

Cyril Connolly
Yê serdestî hestên xwe be, koleyê Aqil e.
Henekbêj ne kesên bextiyar in.

Joseph Conrad
Mirov tiştên dîrokî dikin lê ne di serê xwe de.

Ernest Coquelin
Ez xesûyekê dinasim ku bi berçavk ve dinive daku di xewnên xwe de zelal bibîne ku zavayê wê dikeve belayan.

Abraham Cowley
Mirov di ser hertiştî re ji xwe hez dike lê dîsan jî nikare bi tenê be.

Brana Crncevic
Herî zêde ew derewan dikin ên herî baş rastiyê dizanin.
Hesp baştirîn hevalê mirov e. Û heval li hevalî siwar dibe.
Şoreş zarokên xwe naxwe lê herçi mezin in divê li xwe hişyar bin.
Yên kêmnefer pirsên biçûk dikin û bersivên mezin werdigirin.
Ti paşeroj nîn e ya carekê ne pêşeroj bû.

Oliver Cromwell
Divê bi qîrînên "her bijî" bawerî nebe çimkî her ew heman mirov dê bi kêfxweşî biqîrin heke em li sêdareyê bên daliqandin.

El-Cuneyd
Heke min bizaniya ku li ser rûyê dinyayê zanînek ji ya me sofiyan binirxtir heye, min ê xwe bigihanda wê.

Anton Çexov
Aqildar dixwaze bielime lê bêaqil dixwaze bielimîne.
Mirov çi bawer bike ew e.
Asantir e mirov ji feqîran bixwaze, ne ji zengînan.
Zanistiya neteweyî nîn e wek çawan matematîka neteweyî jî nîn e. Tişta neteweyî be, êdî nezanistî ye.
Mirin tiştek bitirs û erjeng e lê hê jî erjengtir û xoftir ew e ku mirov herherî bijî û ticarî nemire.
Nîn e duşem a ciyê xwe nede sêşemê.

Dante Alighieri
Ti êş û jan hindî wê mezin nîn e ya dema mirov di belengazî û hejariyê de demên bextiyariyê tîne bîra xwe.

Daniel Defoe
Her mirov dê zordar be heke bikare.

Thomas Dekker
Aha rusiyan edetek pirr xweşik heye: li lingê xwe dixin, dibêjin ku pare nîn in û deynê xwe nadin.
Temen jî mîna evînê ye - nikare bê veşartin.

Charles Dickens
Pirtûkên wisan hene ku bergên wan baştirîn tişta wan e.

Denis Diderot
Tirsa dojehê (cehenemê) ji dilê yê file derbixî, dê dînê wî jî jê derbixî.
Bi qasî ku kêmbawerkirin xeter e, wisan zêdebawerkirin jî xeter e.

Marlene Dietrich
Min ticarî nedîtiye jinek dide pey zelamekî tenê ji ber ku lingên wî bedew û xweşik in.

Diogenes Laertios
Civak bê qanûnan nabe. Lê heke qanûn xerab bin, mirov di civakê de ji li derî wê bextreştir e.

Benjamin Disraeli
Bi peyvan serdestî li mirovan tê kirin.
Dema bixwazim pirtûkekê bixwînim, yekê ji xwe re dinivîsim.
Sê celeb derew hene: derew, makederew û statîstîk.
Ji kesekî re basa wî bi xwe bike, û ew dê bi saetan li te guhdar be.

Milovan Djilas
Dara jiyanê herdem şên e; hemî teorî gewr e.
Belkî ez dogmatîk im, bi dogmatîkî dijî hemî dogman.

John Donne
Ti kesek ne girav e, bi xwe serbixwe; herkes beşek ji bejayiyê ye, parçeyek ji tevayiyê.

Fyodor Dostoyevskî
Hezkirin ne evîn e. Mirov dikare di heman demê de jê hez bike û binifirîne.
Pend jî dibêje: "Temen dirêj bûye lê aqil na."

John Dryden
Divê asin bê çemandin dema germ e; dema tu betal ew dikare bê biriqandin.

Thomas De Quincey
Dost jî hindî dijminan talûke ne.

Alexandre Dumasê biçûk
Nîrê zewacê hind giran e ku divê du kes wî hilgirin.

Bob Dylan
ez naxwazim bibim bach. mozart. tolstoy. joe hill. gertrude stein an james dean / ew hemî mirî ne.

Ibn Ebbas
Nivîsîn zimanê dest e.
Ti guneh ne mezin in heke mirov poşman bibe û lêborînê bixwaze, û ti jî ne biçûk in heke mirov bi serhişkî pê ve bimîne.
Zanîn bêhesab heye: ji zanînê giyanê wê bigirin û derqepûşka wê bihêlin.
Tu hişmendiyê li kû bibihîzî, bigire çimkî di ser hişmendan re kesên din jî dikarin tiştên aqilane bibêjin, wek çawan kesên ne tîravêj jî dikarin carinan bi hedefê bikevin.

Marie von Ebner-Eschenbach
Hevalên dilpak kêm in - yên wan dixwazin jî ne gelek in.
Axayê îradeya xwe û xulamê wijdana xwe be.
Em pirrî caran qenciyê ji hev dixwazin tenê daku kêmasiyên me bikarin xweştir belav bibin.
Çi ye ku mirov gelek caran dibêjin bêaqilî ye? Ew aqildarî ye ya ew tê nagihin.
Yê bi azadiya vîn û îradeya mirovan bawer e, ticarî ne ji kesekî hez kiriye û ne jî kesek nifirandiye.

Efleton bn. Platon

Albert Einstein
Zikê vale ne şêwirmendek baş ê siyasî ye.
Heke teoriya min a relatîviyê rast derbikeve, Elmanya dê min elman û Fransa min cîhanî bihesibîne. Heke teoriya min şaş derbikeve, Fransa dê bibêje ku ez elman im û Elmanya dê bibêje ku ez cihû me.

Îmam Elî
Mirov wî tiştî dinifirînin ê nas nakin.
Du celeb roj hene: hin li alî te ne lê di ser de neçe, hin jî dijî te ne lê bênfire be: bi herduyan jî tu tê ceribandin.
Bawerî zanîna dil e.
Hêz û bawerî destebira ne û ti ji wan bê ya din nabe. Bawerî bingeh û hêz çavdêr e: ya bê bingeh be diruxe, û ya bê çavdêr be wenda dibe.
Yê ji xwe razî be, dê nefretên xelkê lê bibarin.
Dema dirêj jî dawiyê her kurt e.
Mirî saxan fêr dikin.
Hesûd bi te razî nabe ta yek ji we herduyan neyê kuştin.
Ji dijminan yê dijwartirîn ew e yê dekûdolabên wî veşartî ne.
Koleyê xwestekên xwe bênirxtir e ji koleyên rastîn.
Nizanim ka kîjan tehltir e: mirina yê zengîn an jiyana yê feqîr.
Zanîn mîna agir e: ew kêm nabe heke jê bê wergirtin.
Li gunehên biçûk hişyar bin çimkî ew rê dibin ên mezin.
Ziman xizmetkarê aqil e.

Henry Havelock Ellis
Bo ku kesek bikare rêveberiya mirovan bike, divê pişta xwe bide wan.
Divê mirov şerm neke ji tişta Xwedê şerm nekir biafirîne.

George Eliot
Lawir ji hevalan ên herî baş in - ne tiştekî dipirsin, ne jî lomeyan dikin.

Ralph Waldo Emerson
Dawiya dawîn her qehreman dibe serêşî.
Mirov xwedayê kavilbûyî ye.
Her nûbûnek tenê rûpoşek e ku di nav re nûbûnek hê kembaxtir heye ku hê newêre navê xwe bide diyarkirin.

Erasmusê Rotterdamî
Hunera fêrisane ya peyivînê bi pirranî derewkirina hunerane ye.
Ez bi piştrastî dizanim ku dema nêçîrvan bên dike pîsatiya tajiyên xwe, ew bawer dike ku bên dike misk û emberê.

Ebdullah el-Ermewî
Hezkirin û kêmasî bi hev re baştir e ji kerb û zengîniyê.

Xelîf Evdilmelik
Berê dema ez li nav zeviyan digerîm, li xwe hişyar bûm daku pê li kuliyan nenim lê niha waliyê min el-Heccac dibêje ku wî bi sedan mirov kuştine, û ne xema min e.
Bêdengî xewn e, peyivîn şiyarî ye.

Ludwig Feuerbach
Mirov çi dixwe ew e.
Bo dîn (ol) tenê tişta pîroz rast e, bo felsefeyê tenê tişta rast pîroz e.

Henry Fielding
Rojname her heman dirêj e, nûçe hebin an nebin.
Hema her bijîşkî (nojdarî, doktorî) êşek li ber dilî şirîn heye.

F. Scott Fitzegerald
Hûn qehremanekî nîşanî min bidin, ez ê trajediyekê ji we re binivîsim.

Henry Ford
Pare mîna dest û piyan e - bi kar bîne yan dê hişk bibe.

Anatole France
Heke pêncî milyon jî pesna bêaqiliyê bidin, ew dîsan jî bêaqilî ye.
Dîn xizmetek mezin bo evînê kiriye ku ew kiriye guneh.
Li gor sirişt û tebîetê mirovan e ku bi hişmendî birame û bi bêhişî tev bigere.

Benjamin Franklin
Derbeyên biçûk dargûzên mezin dixin.
Ji dijminên xwe hez bike çimkî ew te ji kêmasiyên te agadar dikin.
Birs (Birç) serê xwe di mala yê dixebite re dertîne lê newêre tê bikevê.
Ew wisan xwenda bû ku bi neh zimanan dizanî bibêje "hesp", û wisan nezan bû ku bo siwarbûnê ji xwe re çêlek kirî.

Fredrick II ê Mezin
Heke bixwazim bajarekî ceza bikim, ez ê fîlozofan bikim serokê wî.
Kêm kes difikirin lê dîsan jî hemî dixwazin biryaran bidin.

Robert Frost
Nîv dinya ji mirovan ew kes in ku tiştek wan ê gotinê heye lê nizanin bibêjin; nîva din ew in ku ti tiştek wan ê bibêjin nîn e lê bêdeng nabin.

Thomas Fuller
Hemî dinya dîn e ji bilî min û te û carinan bawer dikim ku tu jî dîn î.
Zimanê wî hind dirêj bû ku karî pê stoyê xwe jê bike.
Heke qurûşekî bidî zirnevan daku lê bide, divê du qurûşan jî bidiyê daku bes bike.
Diz jî dikare bibe camêr, heke dizîkeriyê ew zengîn kiribe.

John Kenneth Galbraith
Ji dramaya enflasyonê tenê Hamlet kêm e.

John Galsworthy
Sernavên nûçeyan di rojnameyan de ducarî hindî bûyeran mezin in.

Mohandas Gandhi
Yê bixwaze bi dilê hemiyan bike, dê dawiyê bi dilê kesekî neke.

Charles de Gaulle
Ez gihame wê encamê ku siyaset gelek giring e lew divê ne di destê siyasetvanan de be.

John Gay
Mey û ereq zû dibe dost û heval.

Jean Genêt
Dil me diruxîne. Em qaşo serdestên qenciyê ne lê di rastiyê de em koleyên miskînî û nermîçokiyê ne.

André Gide
Rengê rastiyê gewr e.
Xewa herî bedew jî xwe li ber şiyarbûnê nagire.
Pêşeroj, ax min çendî ji te hez dikir, ey bêsoz.
Qeşe bi awayek wisan li Mesîh xwedî derketine ku heke mirov bixwaze ji qeşeyan bifilite, divê Mesîh jî bi wan re biavêje.

Allen Ginsberg
Baş e ku hemî hukumetên xerab diruxin / tenê hukumetên qenc nakevin / û hukumetên wisan ta niha nebûne.

Jean Giraudeux
Ji xwendina qanûnê baştir ti awa bo dewlemendkirina xeyalan nîn e. Ti helbestvanekî ticarî sirişt û xweza wisan bi azadî şirove nekiriye wek ku dadwer (hiqûqnas) rastiyê şirove dikin.

Johann Wolfgang von Goethe
Em ji gunehên xwe dibehecin, dema em wan di kesên din de dibînin.
Armanca jiyanê jiyan bi xwe ye.
Kerb û qehr hestek erjeng e, û divê mirov ji kesek wisan, ê nikare biruxîne, neqehire.

Nîkolay Gogol
Asteng çeng û baskên me ne.
Hertiştê dûrî aqil li dinyayê dibe.
De vêca were û bizane ka mirov çi ye! Ew ji Xwedê bawer nake, lê hema heke serê poza wî bixwire, qaşo dê bimire - ew ji hindê bawer dike.
Di dîroka mirovatiyê de gelek sedsalên temam hene ku bawer dikim ji ber ku ne pêwîst in, dikarin bên jêbirin.
Mirov tenê taybetmendiyek xerab li rex neh taybetmendiyên qenc hebe, mirov dê dîsan jî wek ehmeq û neqenc bê navandin.

Oliver Goldsmith
Heman felsefe di govê ve dikare siwariyek çeleng lê li rê siwariyek bêpê be.
Tenê bêaqiliya armancên me ji hebûna me bêwectir e.
Armanca rastîn a axiftinê ne diyarkirina lê veşartina daxwazên me ye.

Samuel Goldwyn
Her kesê diçe cem psîkiyatr, divê serê xwe bide vekolandin.
Ka em çend klîşeyên nû çêbikin.

Maksîm Gorkî
Navincî û dîn - işte du tîpên nivîskarên îroyîn.
Baweriyek wisan, baweriyek mesîhane ku tenê çîna karker hêza giyanî diafirîne, ku tenê ew e xwêya xwarinê, baweriyek kembax û ruxîner e.
Herkes dizane ku pirr dijwartir e peyvan bike kirin ji ku kirinan bike peyv.

Baltasar Gracián
Pirr normal e ku bo sererastkirina şaşiyekê çar ên din tên kirin.

Graham Greene
Wêrekî û bistehî (cesaret) dikare nesaxiyek dijwar a derûnî be.
Xewn hertim ji min re giring bûne: "baştirîn şadîkî û demboreya naskirî û pirr erzan."

Robert Greene
Nikare bibe dizek baş yê ji sêdareyê bitirse.

Ernesto "Che" Guevara
Em şer naxwazin lê madem me dest pê kiriye, em êdî nizanin bes bikin.

Paavo Haavikko
Heke mirov bên ser hişên xwe, dê zerer û ziyanek mezin çêbibe.

Behmenyar el-Hakim
Aqil heval e di tenêtiyê de.

Nathaniel Hawthorne
Ma çi zindan mîna dilê me tarî ye!

Friedrich Hebbel
"Ez xwe naxapînim." Aha ew e bextreşiya te. De hema carekê xwe bixapîne.
Gelek kes ji ti tiştî bawer nakin lê ji hertiştî ditirsin.
Bi birûskan dinya dikare bê ronkirin lê firne pê germ nabe.

Heinrich Heine
Divê mirov li dijminê xwe bibexşe lê ne ji berî ku ew li sêdareyê dabe.
Mixabin cemawer û girseya gel helbestvaniyê pirr kêm dinase, ew jî mîna helbestvanên me.
Xwedê dê li min bibexşe; karê Wî ye.

Claude Helvétius
Ti serdem nîn e ku bi awayekî serdemê pey xwe bi xwe nede kenandin.

Ernest Hemingway
Tişta bi asanî tê nivîsîn, bi dijwarî tê xwendin.
Dijwar e mirov camêran fam bike.
Divê mirov tiştên xeyalî pêşkêş bike daku bikare rastiyê bi temamî vebişêre.

Ebu Henîfe
Dinya tenê çîrok e: lew çîrokek xweş be.

Herakleitos
Xweda û mirov nirx didin wan ên di şer de ketî.
Lîstinên zarokan in helwestên mirovan.

Herodotus
Heke kesek hebe pêşniyaz bike û ferman bide ku divê her kes ji xwe re irf û edetên herî baş bibijêre, her miletek piştî li ser bifikire dê yên xwe bibijêre.

Abdus el-Herranî
Yê bi biharê şa nebe û bi bayê wê mest nebe û di nav boşiya gulên wê de dilê wî aram nebe, nesax e û hewcedarî derman e.

Hermann Hesse
Jiyana herkesî meşîna ber bi wî bi xwe ve ye.
Mirov lihevkirinek birjiwazî ye.
Hêz û sedestî dibe xezeb li yê armanca wî hêz û serdestî ye.

James "Wild Bill" Hickock
Keleş û talanker ne zêde xema min in. Dema çendekan ji wan dikujim, ên din hertim direvin.

Peter Hille
Tirsîna ji Xwedê henekkirina bi Xwedê ye.
Mirov dijît ta wenda dibe.

Ibn Hindû
Yê aqildar xwe bi wî tiştî nawestîne yê nikare, wê hêvî nake ya nikare bi dest bixe û serê xwe naxe nav wan tiştan ên ne karên wî ne.

Adolf Hitler
Heke ez bi ser bikevim, nifşên bên dê heyranî min bin û hema ti kesek dê nepirse ka bi çi awayan bi ser ketim.
Dil û mejiyê gel tenê neynika wê ye ya serok û serdestan bi raya giştî daye xwarin.
Cihûyan wijdan keşf kiriye. Ew jî mîna sinetkirinê tiştek pîs e.
Pasîfîzm newêrekiya rûveşartî ye.

Eric Hoffer
"Rast" û "xelet" tenê aîdî zimanê me ne, ne aîdî rastiyê.
Çêkirina dîrokê bûye nesaxiya serdema me; pirtûka dîrokê vekirî dixwiye û herkesê bi bihayê du qurûşan zana dixwaze rûpelên wê biqulipîne.
Ne Mesîh mesîhî û ne jî Marx marksîst bû.

J. A. Hollo
"Jiyan me perwerde dike", Pestalozzi gotiye. Divê lê bê zêdekirin: "pirr hêdîka."

Oliver Wendell Holmes
Herkes ji me serleheng e, qehreman e, li roja bûna xwe, li daweta xwe û li taziya xwe.
Dema xwezayê nivîskar peyda kirin, amade kirin û patente kirin, ji bermayokan rexnegir çêkirin.

Horatius
Qencî di navbera du xerabiyan de ye.


E. W. Howe
Yek ji seyr û sosrettirîn tiştên vê dinyayê ew qedir û qîmet e ku mirovên bêkêr didin xwe.
Şerm nekin heke hûn nizanin li piyanoyê bidin, serbilind bin ku hûn nizanin.

Frank "Kin" Hubbard
Mêş qet ne hindî dixwiye zîrek e; ew tenê nikare kêmtir vizevizê bike.
Dema kesek dibêje: "Ne pare lê prensîp", mesele pare ye.
Çend kes li pişt serok hene ku divê bên ber wî daku ew çavdêriya wan bike.
Sûdeyek ji te heye ku tu feqîr bî - bijîşk dema xwe bi başkirina te ve pûç nake.

Victor Hugo
Hertişt li ber serkeftinê ditewe, rêziman jî.
Azadî ji îroniyê dest pê dike.


Aldous Huxley
Ma em ji kû dizanin, pa belkî ev dinya doje û cehenema kesên ji dinyayek din be.

Henrik Ibsen
Siyaset giringtirîn tişt e di jiyanê de - bo rojnameyan.
Hemî pêşketina ta niha xweavêtin ji şaşiyekê ber bi ya din e.
Gunehek mezin e ku zanistvan heywanan îşkence didin, bila azmûnên xwe li rojnamevan û siyasetvanan biceribînin.

Robert Ingersoll
Dêrê hertim alaya talankeran hildaye.
Ti tiştek mîna hindê gewer û qenc nîn e ku mirov bindestî hiş û aqilê xwe be. Heke rastî ji te bibe, yê biserketî tu bi xwe yî.
Bandora rastiyê li ser dîn mîna bandora bombeya dînamîtî li ser qeyserê Rusyayê ye.
  1   2   3


Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©azrefs.org 2016
rəhbərliyinə müraciət

    Ana səhifə