Bijartin û wergerandin




Yüklə 0.69 Mb.
səhifə9/16
tarix30.04.2016
ölçüsü0.69 Mb.
1   ...   5   6   7   8   9   10   11   12   ...   16

Pirç nîv dinya


Charles Baudelaire (1821 - 1867)

Bihêle dirêj, dirêj bên bikim bêna pirça te, rûyê xwe danoqînim nav, wek mirovê tînî serê xwe dike nav kaniyê, û wê bi destê xwe bilivînim, mîna desmalek bênxweş, da bîranînan verevînim hewa.

Xwezî te bizaniya ka çi hemû tiştî dibînim! ka çi hemûyê hest dikim! ka çi hemûyê di nav pirça te de dibîzim! Canê min li nav bêna xweş digere wek çawan canê yên dî di muzîkê de.

Di nav pirça te de tevavek xewnan hene, tijî baberik û karîteyên keştiyan; di nav de deryayên mezin hene ku bayên wan yên pasat min berev seqayên dilhebîn dibin, dibin devera esman lê şîntir û kûrtir, navçeya bêna fêkî, pelan û leşê mirovan ji hewa tê.

Di deryaya pirça te de keştîgehek dixwiye ya mişt e ji stranên xemgîn, ji giregirên hemû neteweyan û ji keştiyên ji hemû dirûvan yên wek avaniyên delal û pirrcore diteyisin li hember esmanê bêsinor, warê germiya herherî.

Di destdana li pirça te hest dikim bi heman rûzerbûnê mîna li odeka keştiyek bedew, li ser dîwanê, li gel borîna demên dirêj, dema hatin û çûna deryayê li keştîgehê bêyî bêt dîtin dihejiya, li nav zembîlên gulan û şepîna ava hînikker.

Li agirgeha geş ya pirça te bên dikim bêna cigareyê ya afyon û şekir têkil; di şeva pirça te de dibînim şîniya esmanê tropîk bêdawî tîrojan dide; li dûlikên bipûrt yên pirça te sermest dibim ji bênên zeytên gûza hindê, miskê û qetranê.


Odeya cêwî


Charles Baudelaire (1821 - 1867)

Ev ode, ya dişibe xeyalan, ev odeyek bi rastî bênfire ye, û hewayê wê yê neliv rengê xwe dide sorî û şîniyê.

Canê mirov li vir xwe dişo bi betaliyê û bi bêrî û daxwazê gulav dide. Ditarike, disorike, dişînike; xewnek lezetdar e li dema rojxeyirînê.

Dirûvên mobîlya û raxistekên odeyê dirêj bûne, xilmaş in. Wer dixwiye qey raxistek ketine xeyalan; dikare bêt texmînkirin ku jiyana wan jî hindî ya gulûgiyayan û mîneralan xewnawî ye. Çît û qumaş bi zimanek lal dipeyivin wek gulan, wek esmanan, wek rojên ava dibin.

Li dîwar tek reşkirinek jî ya hunerî nîne. Li ber xeyalkirina pak, li ber çavdêriya danehûrandî, hunera bi rastîniyê ve sinordar, ya lasayî siriştê dike heqaret e. Ev hemû têr ron e û xapînokî kubar e bo bikare ahengî be.

Bênek piçekî şil ya bi zor xwiya ya pirrî bijare difirre li vê odeyê ya pêjnên odeya germ ya gulûgiyayan dilê xewto dilorînin.

Muslîn* mîna baranê boş dadirije li ber pencereyan û doşekê, wek sûlavên berfê dadikeve erdê. Li ser doşekê paldayî ye Zirrxwedê, serdara xewnan. Lê çawan ew li vir e? Kê ew aniye? Çi hêza sihrê ew li ser wî textê han yê xeyalan û zewqê bi cî kiriye? Ferq nake. Ew e! wê dinasim.

Ewên han in çav, yên gurriya wan matmanê ji hev şeq dikin; stêrkên tûj û erjeng yên ji tirranetiya wan dinasim! Ew dikişînin nik xwe, bindest dikin û dadiqurtînin xwe awirên çavdêrê nesexbêr. Min pirr car çavdêriya wan stêrên reş kiriye yên mirovan dikin mereqdar û heyranî xwe.

Spasdarî kîjan cinê xêrxwaz bim ku wiha dikarim li nav efsûniyê, bêdengiyê, tenahiyê û bênan bim! Wey pakî! Çiku ya em dibêjinê jiyan - di herî bextiyariya xwe de jî - ne ti hevpar e li gel vê celeb jiyanê ya niha hest pê dikim û ya deqe bi deqe, saniye bi saniye zewqê jê digirim!

Na! êdî ne hene deqe, ne saniye! Dem wenda bûye; Herherî serdest e, herheriya pakiyê!

Lê derbeyeke girane tirsnak gurmî derî, û mîna di xewnên min yên dojehî de min wa hest kir qey derbeyek tevrî bi zikê min ketibe.

Û paşî cebanî hat hindirr. Ew îcrakar e yê hat li ser navê qanûnê min şkence bike; yara erzanok e ya têt gilî û gazinên hejariya xwe bike û fihêtiyên jiyana xwe li jiyana min zêde bike; yan berdestkê sernivîserê rojnameyê ye û dewama destnivîskê dixwaze.

Odeya biheştî, zirrxwedê, serdara xewnan, Xatûya ba, wek Renéyê mezin digot, hemû vê efsûnê li gel gurmîna cebanî deng vedaye.

Çend erjeng e! tê bîra min! tê bîra min! Tam wa! ev odeya bêserûber, ev lêgeha bêriya herherî ya min e. Ewên han in raxistekên bêteşe, tozgirtî, pelixî; argûna çipên tifê tewizandî bêyî pel û bizot; pencereyên rezîl yên baranê xîçik li toza wan çêkirine; destnivîskên verastandî yan nîvûnor; salnameyek ya bi pênûsê roj û berwarên reş û tarî lê hatine nîşankirin.

Û ew bêna wê dinyaya dî, ya hemû pêjnên min gêj kirin, li şûna wê tenê tama tal ya cigareyê û ca çi bêna fistewî ya kûfîkiyê maye. Hewayê vê odeyê yê kerrixîner, yê niha bên dikim, sade bêhêvîtî ye.

Li vê dinyayê, ya teng e û wa miştî qirêj e, tenê tiştek nas li min dibişire: şûşeyek biçûk ya helînek ya efyonê; yarek kevn û tirsnak; wek hemû yaran tijî destlêdanxwazî û bêbextiyê ye.

Erê herê! Dem vegeriye, Dem niha tekhêz serdest e; li gel vê pîretewta dilan dikerrixîne vegeriyane keriyên Tirsan, Bêntengiyan, Kabûsan, Enirrîtiyan, û Nevrozan, karwanê wê yê şeytanî. Bawer bikim ku saniyeyên aniha diborin bi hêz û bi şengî giran û giring bûne; û her saniye - dema ji hejokeyê dijene - dibêje: Ez Jiyan im, Jiyana bêhedan!

Di jiyana mirov de tenê saniyeyek heye ya armanca wê ya pîroz ragihandina mizgîniya xêrê ye, ew Mizgîniya xêrê ya di hemûyan de dibe sedema xof û tirsek nikare bêt şirovekirin.

Belê, Dem serdest e; wê diktatoriya xwe ya zordar vegerandiye. Û ew bi gopalê xwe yê dunişterî min dizextîne mîna gayê cotî bim. - Berev rastê, aa-ahewere! Xuh bide, kole! Diyar bike ku sax î: bilive, hey lanetiyo!

________________________________



Muslîn: Navê çîtek / qumaşek ji pembû ye - çapa kurdî.

Bêhêvîtiya pîrejinikê


Charles Baudelaire (1821-1867)

Pîrejinek biçûk ya qirmiçî xwe bêhode bextiyar hest kir dema zarokek şirîn dît ku her kesî dixwest wê nazdar bike û dilê wê xweş bike; afirandiyek delal bû zarok, bi xwe jî hindî pîrejinikê nazik û mîna wê bêdidan û bêpirç.

Û pîrejinikê xwe nêzî zarokê kir daku lê bibişire û kêfa wê bîne.

Lê zaroka bizdayî bi destkirina pîrejinika qenc ya hişkbûyî perpitî û xanî bi qîjîna xwe dagirt.

Hingê pîrejinika çê vegerrî bêkesiya xwe ya herherî, wê li kuncikekî rondik barandin û ji xwe re got: - Ji me rebenên pîr boriye ew dem ku me dikarî kêfxweş bikin - eger ne ti yên dî - hema dilpakan; û em ditirsînin wan biçûkokan jî yên em dixwazin jê hez bikin!


1   ...   5   6   7   8   9   10   11   12   ...   16


Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©azrefs.org 2016
rəhbərliyinə müraciət

    Ana səhifə