Bijartin û wergerandin




Yüklə 0.69 Mb.
səhifə5/16
tarix30.04.2016
ölçüsü0.69 Mb.
1   2   3   4   5   6   7   8   9   ...   16

Aliyê dî


Maureen Manuel

David Morgan di xew de xwe vediqulipand. Xuh ji eniya wî dadirijî û çarçev ji lept û livên wî yên gevizok qurmiçîbûn. Hemşîreyê gazî kir doktor yê ku ji daîreya nêz lezî odeya taybet.

- Kengî? wî pirsî.

- Berî pênc deqeyan dest pê kir, hemşîreyê bersivand. - Pêşî livên wî tena û hêdîk bûn. Lê ev deqeyek e ew xirabtir bûne.

Doktorî Morgan vehejand û bi navê wî bang kirê. Bêsûde bû. Wî mêrik dîsan vehejand û paşî hin ava sar avêt rûyê wî. Hêdî-hêdî mêrikê nivistî vehewiya û paşî, pirr hêdîka, çavên xwe vekirin.

- Her car dirêjtir dem vedikêşe, doktor minminî. Wî ji hemşîreyê re got:

- Li nik wî bimîne. Ew dê dîsan bikeve xewa normal.

Doktor vegerrî daîreya xwe û nesaxnameya Morgan derxist: David Morgan, jî 35, pîşe mamoste, bêjin, nînin nesaxiyên cidî. Van salên dawîn xewnên kabûs bela xwe li wî dabû û tenduristiya wî ya derûnî ji reh û rîş ve dihejand. Azmûn û ceribandinên psîkyatrîk ti çare jê re neanîbûn. Çar hefte berê spêdeyekê hatibû dîtin ku Morgan li gor serê xwe li kuçe û kolanan digerre. Ew di rewşek derûnî ya tevlihev de bû. Ji hingê ve ew li nesaxxaneyê dihat çarekirin. Doktor dosyeya wî deyna der. Tek tişta wî dizanî ew bû ku şiyarbûna ji kabûsan her car ji berê dijwartir bû. Cîhana xewnan dikoşî zora rastîniyê bibe.

Hê jî tarî bû dema David Morgan şiyar bû. Hemşîre li ber maseyê rûniştibû û bîrnot li ber ronahiya kiz ya lampeya maseyê dinivîsîn. Mêrik bêdeng paldayî bû bêyî ku bixwaze dên û bala hemşîreyê bikêşe ser xwe. Ew li xewna xwe dipûnijî.

Xewn her car eynî bû. Ew li gel komek mirovan dipeyivî. Mirovan li ser baştirîn cezayê gengaz suhbet dikir. Wî pêşniya dikir ku baştirîn ceza ew e ku tawanbar bêt zindankirin di hicreyek bêderî û bêpencere ve, bêyî ti tiştek hebe bike, bêyî ji borîna demê agadar bibe. Ew cezayek ji mirinê baştir e.

Wî xwe di hicreyek wisan ve didît. Ew dikoşî libinên dîwar bikirrîne daku bikare jê derkeve. Wa dixwiya ku dîwar bi ser wî de dihatin. Dîwaran hewl dida wî bifetisînin. Di wê delîvê re ew hertim şiyar dibû. Wî dizanî ku tek rêya ew bikare ji wê xewnê bifilite û xilas bibe ew bû ku dîwarî bipeqîne. Di her xewnê de wî tîkek mezintir li dîwarê ji libanan çêdikir û vê carê ew dê tê re derketiba eger doktor ew ji xewê şiyar nekiriba.

Ew koşîbû vê nerîna xwe şirove bike lê her kesî bawer dikir ku ew ji ber xwe diaxive. Wan digot ku xewn zêde dilê wî ditehibînin lew li demên ew di xew de çavdêriya wî dihat kirin. Lê mêrik hêvî dikir ku carekê bikare bi rehetî ta dawiya xewnê binive.

Wê êvarê du trênên lezgîn li hev qelibîn. Nexweşxane ji goriyên wê qezayê mişt û tijî bû. David Morgan tam hatibû şiyarkirin dema desteyê yekem ji birîndaran giha wir. Çiku wa diyar bû ku ew li ber bû bikeve xewek normal, hemşîreyê bawer kir dikare wî kêlîkekê bi tenê bihêle. Û eger bi hişmendî lê bêt nerîn, ma çi ne xewnên xirab li ber birînên xedar yên bedenî?

David zû di xew çû û tavilê di hicreya xwe ve bû. Wî hemû cebl ji dor libinan raçirrandibû û dîwar êdî xwe ranegirt. Ew bi xurtî xebitî ta ku kunek mirov tê re biçe lê kir. Bi dijwarî wî xwe gihand aliyê dî yê dîwar. Li wir hicreyek hebû, tam wek ya berê!

Ew bêhêvî şewişî û ket erdê. Ti çareyek dî nebû ji bilî hindê ku bisekine ta bêt şiyarkirin. Piştî bîskekê hat guhê wî ku bi navê wî hawar dikinê. Ew rabû ser xwe, bendewar bû ku dawî li xewa wî bêt û kesên nexweşxaneyê yên nas li kêleka wî bin. Lê wa neqewimî. Wî dîsan deng bîstin lê qelstir. Ji nişkê tê derxist ku ew di hicreyek dî ve ye! Ew herdem li hicreya xwe hatibû şiyarkirin lew kesî nedizanî ku ew li vê hicreyê ye daku li pey wî bên. Wî xwe di kunikê re avêt hicreya dî. Lê li wir tenê bêdengî hebû.

Li odeyek nexweşxaneyê doktor çarçev vekişand ser çavên David Morgan. - Dilê wî xwe êdî hew ragirt, wî got.

- Dibe ew niha bikare bizane ka çi li aliyê dî yê hicreyê heye.

Wergerandin: 10/2003

Rojavabûn (*)
Mehabad Qeredaxî

Diyarî canên pelatînkane yên zarrokên enfalkirî, yên wan pelatînkan yên me nedizanî ka kîjan mêrg kiriye biheşt ta ku taliyê li roja zarroyên cîhanê - 1.6.2003 - ji dojeha çalgorrên enfalkiriyan serik û hestîkên wan yên nazik û narîn li gel pêlîstok û yarîkên wan hatin dîtin... Bo canê wan yên ji bîra min naçin diyarî ye ev çîrrok û her bîr û tîrê ji qelema min biçe. (**)

Dixwaze mirinê bibîne lê dîmenê rojavabûnê nebîne. Dema rengê narincî yê avabûna rojê dibîne, hindî jê bêt dike hawar û qîrrîn ta biweste û gêj bibe. Êvaran dibin hindirr daku rojavabûnê nebîne. Lê nebîne jî, hest pê dike. Hawar dike, hawarek wa ku pencere û dîwarên odeyê vedilerizîne. Dorberên xwe çol dike; pirr car xwe rahiştiye kêrê û dixwaze xwe bikuje û aram bibe. Cigare jî lê hatine qedexekirin; çendîn car cigare bi leşê xwe venaye taku temiriye: bi her awa xwe jan dide daku fikr û endîşeyên xwe kêm bike. Ku cigare bi leşê xwe vedina, hestek tijî aramî û asûdeyî ew digirt û rûyê wî vedigeşî.

Demek e neynik û awêne nedîtine. Nizane ew sîmayê esmerî delal, ku berê miştî şadî û hêwirî bû, niha reş dagerriye û çendîn xetik û xîçikan li eniya wî nexşeya pîriyek nedem nîgarandiye. Salek e li ber ti neynik û camên pencereyan rastî dêm û dîmenê xwe nebûye. Awêne lê hatine veşartin; pêşî dijminî bi awêneyan re hebû. Dema westayî vegerrî, Wefayê wek her car bi rûgeşî ew hemêzand lê ew - mîna ku her ne li vê dinyayê be - bêyî peyvek ji devî derbikeve ket odeyê. Wefa ji westîn, nerehetî û xerîbiya wî haydar bû lê nedizanî ka çi qewimiye, çima rengê xwe avêtiye. Xwest wî dilşad bike bi wê mizgîna xêrê ya ew çar sal li bendê bûn:

- Mizgîn, me zarrokek bûye!

Vê nûçeyê ne tenê ew dilxweş nekir lê hê pirrtir eniya wî şidand. Bêyî qet gotinekê bike çû odeya nivistinê û xwe pal da. Çi belayê ev peya guherrandiye? Wefa ket şikan ji wê bêdengiya sosret. Her dinijinand û diherrifand lê ti bersiv peyda nedikir.

Wî li binbanî dinerî û her dipûnijî mîna ku rûberî binbanî destanan bixwîne. Belkî li hemû jiyana xwe ya raborî pûnijîbe, li xortaniya xwe, belkî ta li yekem cotê pêlavên xwe yên bavo bi boneya çûna dibistanê jê re kirrîbûn. Soz dabûyê, ger ew biçe dibistanê, cotek solên sor bo bistîne. Bi şev, dema diçû binive, li hindê diramî ka dê kengî mezin bibe û jiyê wî bibe şeş sal û biçe dibistanê. Hind dibistan û pêlav di serî de bûn ku bawer dikir herdu peyv her hevwate ne. Dibistan û pêlav mijarên fikirîn û devikên xeyalên wî bûn. Sê sal hiş û bîrên wî li ser dibistanê û pêlavê bûn. Diçû kêleka diya xwe û dipirsî:

- Ez ê kengî biçim dibistanê?

- Dema didanên te yên şîrî bikevin, dê biçî dibistanê.

- Kengî didanên min yên şîrî dê bikevin?

- Dema bibî şeşsalî.

Bi tilên xwe yên hûrik didanên xwe yên pêşîn zeft dikirin û bi tundî dileqandin daku bi pêşdemî bikevin. Carekê bo xatirê pêlavan kevir li didanek xwe da daku leqok bibe û bikeve. Dixwest xap û lêban li temenê xwe bike daku herî zû bigihe şeşsaliyê. Didanên wî ketin lê hê jî bo şabûna bi pêlav û dibistanê dem mabû.

- Dayê can, va ye didanên min yên pêşîn ketine.

- Qurban, hê salek te bo dibistanê maye.

Xewn didîtin ku diçe dibistanek sor ya bi dirûvê pêlavê. Li serbanê dibistanê jî alaya welat dipêle. Werîsek sor yê zirav bi stûnê ve ye, werîs jî ji qeytana pêlavê diçe!

Bû şeşsalî, pêlava sor kir piyên xwe û çû dibistanê. Ji xweşiya pêlavê ji dibistanê jî pirr hez kir û çi ji devê mamosteyan derketiba, wî ji ber dikir. Birêveberê dibistanê her sal diyariyek didayê lê ti diyariyê bi qasî wê sola sor ew dilxweş nedikir, ta wê rojê jî ya taximek li xwe kir û yekem stubenda xwe kir stuyê xwe da biçe xwendingeha bilind.

- Kurrê min, bi gotina min bike, herre fêrgeha leşkerî.

- Bavo can, heza min li hîngeha endazyarî ye.

- Kurrê min, îro nan tenê di leşkeriyê de ye. Va ye sedan endazyar bêkar mane û paletî jî bi dest nakeve. Bi hezar sergêjiyan min tu dayî perwerdekirin. Niha pîr bûme û min şiyana karkirinê nemaye. Bi gotina min bike, bila tu jî betal nemînî!

Çû fêrgeha leşkerî. Bavê wî rûgeş dibû bi dîtina bejna bilind ya kurrê xwe, bi cilên wî yên leşkerî yên havînan bergspî û zivistanan bergşîn û şewqeyê wî yê pirr lê dihat! Tevî ku serê wî hatibû tiraşîn jî, sîmayê wî her balkêş bû. Her bi wan cilan dên û bala Wefayê jî kişandibû. Dema hevdu nasî û li kinar Dîcle raz û niyazên xwe pev guherrandin, pirr ji hev hez kir. Evînek mezin herdu girtin. Li gel Wefayê zewicî û çar sal bû bi hev re dijiyan. Heyamek bû wan bêriya zarroyekî dikir ku jiyana wan rontir bike lê dema bû bav, êdî nedizanî ka bavînî çi ye!

- Welîd can, bêje, çi qewimiye! Çi tu nerehet kiriyî ku dilê te bi savakê me xweş nabe?! Binere, çendî spehî ye, tam bi te ve çûye.

Qey çavên wî ranebin li zarrokî binere, çavên xwe dineqandin û xwe dixwar. Ta êvarê bêdeng bû, bêyî ji ciyê xwe bilive paldayî bû. Dema rojavabûnê dîmenê xwe yê narincî di pencereyê re diyar kir, rabû piyan, hawar kir, hawarek bilind, pirr bilind. Xwe di neynika mezin re dît, mistek lê da û hûr-hûr kir û xwîn bi dest û tilan de hat. Dema xwîna destê xwe bînî û hest bi jana birînên dest û lepên xwe kir, henaseyek aramiyê hilkişand û li erdê di xew çû.

Wefa heyirîbû, nedizanî çima wa qewimî. Ev akar û reftar li bal wê pirr neasayî bû. Pehitî. Lê piştî her rojavabûnê dubare û sêbare û dehbare wa qewimî û hawar û nalîna Welîd hat bîstin. Ya ji wê hat tenê ew bû ku dixwest bizane ka sedema vê guherrîn û nearamiya Welîd çi ye!

Salek e li vê odeya vê nexweşxaneya taybet li ber çavdêriya bijîşkan e. Li ber her rojavabûnê jî dibe volkan û hilditeqe. Demên din jî ne asayî ye lê rojavabûn canê wî dide ber şûjinan. Dibê bombeyek e û di bedena wî de diteqe. Naxwaze çavê wî ta bi tekane zarrokê wî jî bikeve, nemaze li dema rojavabûnê. Sola sor û mezin wî dîn û har dike: her ku pêlava sore mezin dibîne, giş canê wî wek agir germ dibe û wî tûşî hîsteryayek tund dike û ew dike hawar û sedhawar ta gêj dibe û dikeve!

Wefa matmayî dibe ji wê belayê! Wê pirr car bîstiye ku wî wek bîranînek xweş basa cotê pêlavên xwe yên sor yên zarrokiyê kiriye. Wî digot: "Tevî ku pirr dirêj vekêşa ta bûm xwediyê wî cotê pêlavan lê dîsan jî ew yadgarek şirîn ya serdema zarrokiya min e." Her ku ew bîranîn vedigot, bi beşoşî digot: "Niha jî ji pêlava sor hez dikim, her dîsan jî dîmenê pêlavên sor min dîn û har dike." Matmana wî her zêdetir dibû dema didît ew savayê ku ew bendewarî bû û hê ji yekem roja zemawenda xwe navê wî plan kiribû Xalid eger kurr be yan Heyfa eger keç be. Dema niha Xalidî dibîne, dibizde mîna ku sawirên mirinê bibîne. Xwedêyo, ev çi ye qewimiye?! Berê dema vedigerrî, diyariyek nedîtî delal bo Wefayê dianî û demek dirêj her dera wê dimaçand û digotê: "Hevsera min ya wefadar." Guhê xwe dida bi zikê wê re û digotê: "Savakê me dê kengî bê?" Lê niha awirekê jî nedide wê û ne jî yê sava! Ta ger bangî jî bêt kirin, bersivê nade mîna navê xwe ji bîr kiribe yan nexwaze guh li wî navî bibe. Berê çi gava Wefayê gazî kiribayê, wî digot: "Bi dengê te navê min pirr xweş e. Dema bangî min dikî, hest pê dikim ku min xweştirîn nav heye!"

Bi hemû wan xet û xîçên kurt û dirêj li devûlêv û serûçavan kî bawer dike ku tenê sî-û-pêncsalî ye?! Yê niha bibîne, dê bawer bike ku ducarî wî temenî ye. Yê li wêneyên wî yên dema şagirtiyê û leşkeriyê hûr binere, dê şik bike ku ev ew be: Hingê bedenek xurt û milpan, bejnek bilind, du çavên gir û geş, kenek jidil balkêş... Niha dibê qey hatiye hêrandin!

Hez dike mirinê bibîne lê rojavabûnê nebîne. Stêran dinya lê tal kiriye, wan stêran yên ew kiriye delodînek ku niha nojdar jî ji halê wî heyirî dimînin. Wan stêran wa kir ku kerb û kîna wî bigihe kurrê wî yê sava jî û dîmenê rojavabûnê lê bibe dojeh û pêlavên sor wî har û dîn bikin. Wan stêran wa kir ku bikerb bibe ji çirisîna stêran û ta ji navê xwe jî!

Dixwaze guh li mirinê bibe lê li navê bavê xwe nebe. Ta pirrtir ji navê xwe, kîna wî li yê bavê wî ye - wî bavî yê du kitî rojan xuha xwe li ber tavê darijand daku jê re bide bi cotek solên sor - ma kî hebû ji wî kurrî pêve! Heft keç li ber wan wek pûşê li ber ba bûn! Encax piştî jidayikbûna wî wan hest bi hebûna piştevaniyekê kir. Wan dixwest bi ti awayî dilê wî neêşînin lê nedariyê rê nedida her tiştî bo bikirrin. Her ew destkurtî bû ya bû sedema hindê ku bavê wî bixwaze ew bibe efser. Çi rojek tirsnak bû ji serdema xortaniyê, çi belayek bû ku bêyî vîna xwe bû efser!

Wa ji her tiştî mat mabû! Baş li bîra wê ye ew cara vegerrî û destê xwe li stuyî aland û bi kenek tîqtîqî got:

- Min stêrek din jî wergirt.

Digot: "Divê spasiya bavê xwe bikim ku pêşniya kir biçim fêrgeha leşkerî."

Heman rojê destek gulan bir ser gorra bavê xwe.

Ji pîşeyê xwe pirr hez dikir, belkî ji wê rêzdariya bêpayan bû ya bindarên wî û xelkê didayê. Carinan şik dibir ji wê rêzdariya bênimûne, guman dikir û di dilê xwe de digot: Gelo ev ya xelk dike ji rêzdariya yan jî ji tirsa ji min e, ji tirsa ji efserekî? Lê taliyê baweriya wî xurt bû ku pîşeya wî giring e û hejî rêzdariyê ye.

Li leşkergeha xwe li hemû rojavabûnan li dîmenê narincîbûna rojê dipûnijî ta ku roj bi tevavî ava dibû. Wa hişên wî diçûn bal Wefayê ya ku ji ber dûrî û kar mehê tenê carekê lê vedigerrî û hefteyek li hemêza wê diborand. Evîna xwe ya li dema rojavabûnê li kinarî Dîcle bi bîr dianî dema herduyan bi pistînan danûstan dikir. Dîmenê narincî yê rojê ew nazik û narîn dikirin û destên wan di hev de bûn û ta roj ava dibû çavên wan li hev vediman û bedenên wan dibûn heman parçe dildarî. Wa diman ta roj ava dibû û wan Dîcle bi cî dihêla û her yek ber bi mala xwe vedigerrî lê bi şev jî her xewn bi hev û bîskên tijî hezkirin yên rojavabûnê ve didîtin...

Niha hez dike mirinê bibîne lê dîmenê rojavabûnê nebîne. Dîsan êvar e, kêlîka avabûna rojê teqînek di hindirrî de hildibe! Yekcar lawaz bûye, maye tenê hestî û çermikek çirr û qaştîk. Rûyê wî tirsnak dixwiye, dibê qey mirî ye û ji bin axê derketiye. Rojavabûn jê re ne zeman e lê volkan e û di wijdana wî de diteqe û her roj komek ji hicreyên mejiyê wî dişewitîne. Dema rojavabûnê roj lê dibe gorristan û bedena wî jî dibe gorrek kûr û teng bo canê wî!

Tenê çend lib hicreyên sax di mejî de mane. Dilê wî sist bûye û tenê têra teqînek din ya volkanî dike. Dîsan êvar e. Dîsan hat ber çavan, ber wan çavan yên êdî têra tenê dîtinek dî ya wî dîmenê tirsnak dikin.

Li odeya xwe rûniştî bû, eskerek hat hindirr, silavek eskerî dayê, lîsteyek da dest û dubare silavek dayê û derket. Li lîsteyê sedan nav hebûn. Ji odeya xwe derket û dîtin sê otobusên dirêj yên rawestî û komek xelkê: jin û mêr, zarr û zêç, genc û pîr. Hemûyan serê xwe wa berjêr kiribû ku dibê qey ti car wan serê xwe ranekiriye... Ma ne dibe ev lîste şaşiyek be?! Nav yek bi yek xwendin, û yên navên wan xwendiban, diviya bibêjin: Belê.

Giha navê Şaxewan, Ti kesî bersiv neda. Pirsî: - Şaxewan kî ye? Çima bersivê nade?

Dayikekê dergûşanek raber kir. Nê ev zarrokê sava hê ji çilikên xwe derbas nebûye! Seyr û sosret e! Hebe-nebe ev lîste xelet e!

Çû nik rayid Elî, silavek leşkerî dayê û lîste da dest:

- Mezinê'm, wa diyar e ev lîste şaş e!

Elî lê nerî û eniya xwe kir girêk. Bazên sermilkên wî bi livîna kelexê wî yê gembolan re dibiriqîn mîna ku bixwazin serî lê bixwin!

- Çima diyar e ku şaş e?

- Mezinê'm, zarrokek sava tê de ye, tenê yekmehî ye!

- Vêca ma ew jî şaşî ye!?

- Mezinê'm, lê...

- Aniha fermanê bi cî bîne!

Derket. Elî rawestî û destên xwe danîn ser kemerê û piyên xwe ji hev belav kirin. Bazên ser milî dibiriqîn, dibê qey devên xwe beş kirine û dixwazin serî lê bixwin, pencirrkên wan li ber bûn çavan jê biqoqilînin. Xelk kirin rêz. Şaxewan di hemêza diya xwe de bû, bi sînga xwe ve şidandibû. Dayikê serê xwe şorr kiribû ser, wek bipiste guhî: - Ruha'm, çima hatî vê dinyaya kembax?!

Şaxewan girî. Elî destên xwe li hewa şepandin. Ku Şaxewan dest bi girînê kir, Elî jî jest û hêma da leşkerên xwe. Hawara hemûyan bilind bû û kêlîkekê xayand lê paşî veçopirî û tenê qorreqorra pêt ya Şaxewan dihat bîstin - mîna ku ji dêlva tevan biqîrre. Elî hêma da Welîd ku Welîd pênekê lê bide û dengê wî vebibirre. Şaxewan mîna çûçelokek çivîkan yê bêperr û bêbask bû. Kiraskek spî lê bû, spî wek rengê kefen. Welîd çirkeyekê rawestî û li Elî nerî. Çavên Elî zîq û biloq bûn û agir jê hildibarî, bazên ser milî dibiriqîn û dest li ser demanceyê bû. Hicreyên mejiyê Welîd di bîskekê de ketin lebitînek lezgîn. Kêlîka piyê xwe rakir ta giha ser zikê yê sava, li sermilkên xwe nerî: stêrên li ser milî diçirisîn; dê stêrek dî wergirtiba û bûba balyoz. Berê xwe da asoyê: dîmenê narincî yê rojavabûnê dît, mîna tabût be û wijdana wî tê de be... Berê xwe dagerrand: postala wî ya mezin di zikê yê sava re çûbû! Piyê xwe hilda, postala wî sor bûbû! Dawî li dengê Şaxewan hat! Li Elî nerî: bo li çepikan dida. Stêrek din jî li ser milî ket zîqzîqanê. Bazekî jî devê wî daxist!

Roja din, eynî dem, ji odeya xwe derket. Çal hatibûn dagirtin. Serê xwe hilda. Dema dîmenê narincî yê rojavabûnê dît, volkanek di derûnê de hilteqî! Volkan bû yan jî qarrewarra Şaxewan? Qîjîna Şaxewan bû yan jî teqîna wijdanê?! Herdu çavên xwe miçandin daku rojavabûnê nebîne. Kir hawar, hawara xwe bilind kir ta ku gêj bû û ket!

Bênvedan bo hat nivîsîn lê qet ti car rehet nebû! Her êvar ew dengê Şaxewan wek volkan di dilî de diteqe. Hez dike mirinê bibîne lê rojavabûnê qet nebîne!

- - -

Zivistana 1993


Skinnskatteberg
Swêd

Ji soranî: 9/2003

_______________________________________________



* Ev çîrrok 1993 hatiye nivîsîn û 1994 di pirtûka Koç ya nivîskarê de çap û belav bûye. 9/2003 ew bo "Antolojiya Çîrokên Kurdî" (amadekar: Firat Cewerî, Weşanên Nûdem) ji soranî hatiye kurmancîkirin.

** Ev pêşgotin di çapa soranî de nîne, MQ ew bo wergerra kurmancî nivîsiye.

1   2   3   4   5   6   7   8   9   ...   16


Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©azrefs.org 2016
rəhbərliyinə müraciət

    Ana səhifə