Bijartin û wergerandin




Yüklə 0.69 Mb.
səhifə4/16
tarix30.04.2016
ölçüsü0.69 Mb.
1   2   3   4   5   6   7   8   9   ...   16

Pîremêrê li ber pirê

Ernest Hemingway (1898 – 1961)

Zelamek pîr yê xwedî berçavkên milbendpolayî û cilên tozgirtî li rex rêyê rûniştî bû. Di ser çem re pirek berdemkî hatibû çêkirin û erebe, tirimpêlên barkêş, zelam, jin û zarrok di ser re derbas dibûn. Erebeyên hêstir û qantiran dikişandin hejhejokî bi evraziyê betena ber beravê ve hildiketin û eskeran bi defdanê alîkarî wan dikir. Kamyonan pirr hêz dida ta ku bi betenê ve hildiketin û ji wir dûr diketin û gundî pî ta bi gozekan di nav tozê re dimeşîn. Lê yê pîremêr li wir bê livîn rûniştî bû.

Erkê min ew bû ku li pirê derbas bibim, stasyona serekî ya ber pirê seh bikim û tê derxim ka dijmin gihaye kû derê. Min wa kir û di ser pirê re vegerrîm. Erebe kêm bûbûn û yên bi piyan dimeşîn jî tenê çend kes diyar mabûn lê yê pîremêr her li wir bû.

- Hûn ji kû tên? jê pirsîm.

- Ji San Carlos, wî got û bişirî.

Ew bajarê wî bû lew bilêvkirina wî navî dilxweşî dayê û ew bişirand.

- Min heywan xwedî dikirin, wî ravekir.

- Tu bi Xwedê kî, min hinekî ecêbgirtî got.

- Welle, wî got, - jixwe ez li ber heywanan mam. Dawîn kes bûm ku ji bajarê San Carlos revî.

Ew ne dişibî şivanan û ne jî gavanan. Min li cilên wî yên reş yên tozgirtî, li rûyê wî yê ji tozê gewr û li berçavkên wî yên milbendpolayî nerî û jê pirsîm:

- Çi heywan bûn?

- Heywanên cor-cor, wî got û serê xwe hejand. - Neçar mam wan bihêlim.

Min li pirê û dîmena wek deverine efrîqî dixwiya çavek gerrand, pûnijîm ka hê gelek maye bo dema em dijmin bibînin, min guh dida dengên pêşîn yên nîşana wê bûyera têr-raz in ya navê wê hevgihîn, û yê pîremêr hê jî li wir rûniştî bû.

- Çi heywan bûn? pirsîm.

- Sê cûn heywan bûn, wî got. - Du bizin û pisîkek û çar cot kotir.

- Ango neçar mayî wan bihêlî? pirsîm.

- Belê. Ji ber agirê topan. Fermandar ferman da ku ji ber agirê topan birevim.

- Ma te ti kesûkar nînin? pirsîm û min nerî serê dî yê pirê, cihê hê çend erebeyên dawîn bi lez û bez bi nişîviya betena beravê ve dadihatin.

- Na, wî got. - min tenê ew heywan hebûn. Bêguman kitik ne di ti tengasiyê de ye. Pisîk dizanin matî ji xwe bikin lê nizanim ka dê çi bi serê yên dî bêt.

- Bi siyasî tu çi yî?

- Ez li kû û siyaset li kû, wî got. - Ez heftê-û-şeşsalî me. Deh-dazde kîlometreyan meşîme lê bawer nakim zêdetir bikarim.

- Ne baş e li vir bimînî, min got. - Ger bikarî bi vê rêyê ve xwe bigihînî ser rêya Tortosayê, li wir dê kamyon hebin.

- Ez ê hinekî bisekinim, wî got, - û paşî biçim. Ew kamyon kû ve diçin?

- Berev Barcelonayê.

- Ez li wê hêlê ti kesî nanasim, wî got, - lê malava bî. Her malava bî.

Wî bê liv û westiyayî li min nerî û paşî - ji ber ku diviyabû xema xwe bi kesekî re parve bike - got: Ya pisîkê, ew dê her debara xwe bike, jê piştrast im. Ne hewce ye ji pisîkê xeman bixwim. Lê yên dî. Gelo bi baweriya te halê yên dî dê çawan be?

- Êê... bawer im ku dê debara xwe bikin.

- Tu wa bawer dikî?

- Çima na? min got û nerî berava dijber, cihê êdî erebe lê nedihatin dîtin.

- Lê gelo dê çi bi serê wan bêt li ber agirê topan madem ferman hat dan ku divê ez jî birevim?

- Te deriyê rekeha kotiran vekirî hêla?

- Belê.

- Madem wa ye, ew dê jê bifirrin.

- Belê, ew dê ji xwe re bifirrin. Lê yên dî. Hema baştir e li yên dî nepûnijim jî, wî got.

- Ger te bêna xwe vedabe, ez tu bim, dê niha biçim, min şîret dayê. - Niha rabe û bi rê keve.

- Malava bî, wî got û rabû piyan, bi herdu aliyan ve vehejî û paşî daket erdê û rûnişt.

- Min tenê heywan xwedî dikirin, wî betilî got lê êdî ne ji min re. - Min tenê heywan xwedî dikirin.

Ji min nedihat ti bo wî bikim. Yekşem bû û faşist ber bi Ebro pêş diketin. Rojek gewr ya ewrîn bû û ewr wa nizm û şorr bûn ku firrokeyên wan ne li hewa bûn. Ev yek û ew yek ku pisîk dikarin bi xwe debara xwe bikin tek tişt bûn ku wî pîremêrî dikarî pê bextiyar be.

Wergerandin: 01/2004

Tawisrês


Hermann Hesse

Mêvan û dostê min Heinrich Mohr ji meşa xwe ya êvaran vegerîbû û em li odeya min a xebitînê li ber ronahiya dawîn a êvarê rûniştî bûn. Li ber pencereyan deryaçeyek berfire vedibû ku peravên tehtîn bi teşetûjî dorpêç dikirin. Ji ber ku kurê min ê biçûk aniha şevxweşî li me kiribû, em li ser zarokan û bîranînên zaroktiyê dipeyivîn.

- Niha ku min zarok hene, min got - hin ji mijûliyên min ên dema lawîniyê vejîne. Loma min berî qasî salekê dîsan dest bi berhevkirina pelatînkan kir. Tu dixwazî berhevoka min bibînî?

Wî bi erênî bersiv da û ez çûm çend qutiyên kartonî yên sivik anîn. Dema min ji wan a yekem vekir, ji me herduyan re diyar bû ka çend tarîgewrik bû: hema me derxet û sinorxîçên pelatînkên bi sêlikan ve girêdayî nedidîtin.

Min dest avêt lampeyê û zilikek şixartên vêxist û di çavmiçikekê de dîmena derve wenda bû û di pencereyê re tenê tarîtiya zilmatî ya şevê diyar bû.

Lê pelatînkên min di qutiya xwe de li ber ronahiya zelal a lampeyê dibiriqîn. Me xwe çemand alî wan, li nîşanokên rengîn nerî û navên wan rêz kirin.

- Ev şevgorîkê zer e, min ravekir, - navê latînî fulminea ye, li van deveran kêm peyda dibe.

Heinrich Mohr bi seqbêrî pelatînkek ji qutiya wê bi bizmarên wê ve rakiribû û li binçengên wî dinerî.

- Ecêb e, wî bi kûrponijî got, - ku ti tiştek hindî pelatînkan bi jîndarî bîranînên zaroktiyê naîne bîra min.

Paşî wî pelatînk dîsan xist ciyê wê û qepaxa qutiyê girt: - De bes e lo!

Wî ew bi lez û tûj got, mîna ku ev bîranîn li xweşiya wî neyên. Dema dû re min qutî birin û vegerîm odeyê, ew bi rûyê xwe yê qehweyî yî teng dibişirî û cixareyek xwest.

- Aciz nebe, wî pey re got, tevî ku min li berhevoka te venekolî jî. Min bi xwe jî carekê yek wisan hebû lê mixabin min bi xwe bîranînên li ser wê lewitandin. Dikarim ji te re çîroka wê bibêjim tevî ku di rastiyê de ew mijarek şermê ye.

Wî cixareya xwe bi silala (aliyê serî yê) şûşeya lampeyê vêxist, sîberdeka (abajûra) kesk dîsan xist ciyê wê û wisan bû ku rûyên me daketin nav tarîgewrikê, û ew li ber milbendê pencereyê rûnişt ku lê bejna wî ya ziraf hema qet ji derdora tarî cuda nedixwiya. Dema min cixareya xwe dikişand û qurequra beqan ji dûr di pencereya vekirî re diket hindir, dostê min ev çîroka jêrîn vegot.

Min di heşt- an nehsaliya xwe de dest bi berhevkirina pelatînkan kir û pêşî bê coşek taybet, ew jî mîna hemû yarî û mijûliyên din. Havîna duyem, dema qasî dehsalî bûm, ev berhevkirin wisan ket dilê min û ez gorî xwe kirim û giha dildariyek wisan ku pirrî caran dihat xwestin ku ew li min bê qedexekirin çimkî ji ber wê min her tiştek din ji bîr dikir û nekirî dihişt. Dema li nêçîra pelatînkan bûm, min dengê zengilan nedibihîst, çi dema çûna dibistanê yan hatina ser sifreya xwarinê bûya, û li betlaneyan pirrî caran ji spêdeyê ta êvarê digerîm bê ku di ber re biçim malê tiştekî bixwim. Xwarina min hemû rojê tenê pariyek nan bû.

Dema pelatînkek bi taybetî bedew dibînim, hê niha jî bayek vê dildariyê min bi xwe re dibe. Di bîskekê de heyraniyek hesûdane yî bêmînak min digire ku tenê zarok dikarin hest pê bikin û ku bi hêza baskên wê heyraniyê min dabû pey yekem pelatînka xwe. Dema pelatînkek wisan dibînim, bêhejmar bîsk û rojên zaroktiyê, êvardanên kel û gurmijîn li mêrg û çîmenên bînbiheştîn, bîskên spêdeyan ên hên li nav baxçe yan êvar li nav daristanên razdar û nepenî, ku bi xeyal û hêviyên xwe ve mîna lêgerên gencîneyan, her bîsk û gavê amade ku pêrgî bûyerên nedîtî û yên ez ne li bendê yan jî şansê xwe yê nêçîrê bêm, min xwe li ber vedina. Dema min didît ku pelatînkek bedew, a ku bila ne kêmpeyda jî bûya, li ber tavê li ser gulekê dadayî û bi nefeskişandinê re baskên xwe yên rengîn jêr û jor dilivandin, û dema coşa nêçîrê kel bi ser nefesa min xistî min xwe nêztir dikir û ku min dikarî her nîşanek rengan, demarên krîstalî yên baskan û pûrtê reş î narîn ê şaxên sehekî bisihirînim, hingê min hest bi heyecan û bextiyariyê, bi pevgihanek dilşadiyek nazenîn û dildariyek fêrisane dikir ku di jiyana min a derengtir de kêm caran bûye para min.

Çimkî dêbavên min belengaz bûm û wan nedikarî ji min re alavên taybet peyda bikin, neçar bûm ku berhevoka xwe di qutiyek kartonî ya kevn û sade de biparêzim. Min lewheyên ji binê derqefankên şûşeyan birrî bi binê wê qutiyê ve zeliqandin ji bo pêvegirêdana keleman û min gencîneya xwe di çavikên bi navdîwarên ji kartonan veçemandî berpêkirî de bi cî kir. Pêşî min pirrî caran û bi şanazî berhevoka xwe nîşanî hevalan dida lê hinan ji wan sandoqên darîn ên bincam, qutiyên tirtûlan ên qumaşê dolbendî yî yê kesk niximandî û awayên din ên bedew hebûn loma min hema qet nedikarî bi alavên xwe yên nenûjen serbilindiyê bikim. Pêdivîtiyek jî tine bû ku pesnên xwe bidim û hêjatiyên xwe diyar bikim loma hîn bûm ku bidestxistiyên xwe yên herî giring û balkêş jî bi hevalan nedim zanîn û encamên nêçîran jî tenê nîşanî xwişkên xwe bidim. Carekê min pelatînkek birqokî ji yên li cem me kêm peyda dibûn girt torra xwe û ku min ew ziwabûyî di qutiyê de bi cî kir, pozbilindiya min wisan kir ku ez xwe ranegirim loma min xwest wî hema nîşanî cîranê xwe, kurê mamoste yê li hêla din a kolanê dijiya bidim. Xerabiya wî hevalî bêkêmasiya wî bû, ew bêkêmasî ku li nik zarokan ducarî tirsnaktir e. Berhevoka wî bi xwe pirr biçûk û negiring bû lê wisan mînakane hatibû rêzkirin ku dilxweşiyek dida çavan. Wî ta hinêrek kêmpeyda û dijwar, pevzeliqandina baskên pelatînkan ên ziyanlêbûyî û şkestî jî dizanî, û bi her awayek din jî wisan kesek nimûne bû ku min bi hesûdî û nîvheyranî min serê wî nediviya.

Min pelatînkê xwe yê birqokî nîşanî vî kurikê îdeal da. Wî pisporane ew nirxandin, li xwe anî ku pelatînk ji yên kêmpeyda ye û diyar kir ku bihayê wî derdorî bîst qurûşan e çimkî vî Emilî nirxê diravî yê tiştên berhevkirinê, berî her tiştî jî yê pûlên posteyî û pelatînkan, dizanî. Dû re wî dest bi rexneyan kir, got ku ew nebaş hatiye girêdan, ku çengê rastê tewîye, yê çepê hatiye veçemandin, û hê kêmasiyek din jî lê dît: du piyên pelatînk jê kêm in. Min ev kêmasî wek tiştek mezin nedihesiband lê wî kêfxweşî li min herimandibû û ji hingê şûnde min êdî qet nêçîrkiriyên xwe nîşanî wî nedan.

Du salan derengtir - hingê em bûbûn xortên mezin jî, lê dîsan jî dildariya min her bihêz bû - galegotek belav bû ku Emil pelatînkek tawisrês girtiye. Wê yekê ez zêdetir coşandim ji hindê ku heke min bibihîsta ku mîrasek milyonî bi hevalek min maye yan jî hevalek min pirtûkên wenda yên Livius dîtine. Kesek ji me pelatînkek tawisrês tine bû û min ew tenê ji pirtûkek kevn a pelatînkan dinasî ku nîgarên wê yên sifirî yên bidestçêkirî ji hemû wêneyên rengîn ên îroyîn bêhawe bedewtir û di rastiyê de birêkûpêktir jî bûn. Ji hemû pelatînkan, ên ku min navên wan dizanîn û ji qutiya min kêm bûn, min ti hindî pelatînkek tawisrês bi coşî nedixwestin. Min gelek caran ji pirtûka xwe li wêneya wî nerîbû û hevalek min ji min re gotibû ku dema ew pelatînkê qehwerengî li ser qurmê darekê yan li ser kevirekî dadayî be û firindeyek yan dijminek din bixwaze êrişî wî bike, ew pêşbaskên xwe yên rengtarîtir ên kombûyî ji hev vedike û paşbaskên bedew û şiklên çavîn ên ên rengvekirî û mezin, dema xwiya dibin, wisan sosret in ku dijmin bela xwe jê vedike.

Û ev pelatînkê wiha ecêb niha bi Emilê acizker bû! Dema min ev nûçe bihîst, pêşî min hest tenê bi kêfxweşiyê kir ji ber wê yekê ku dawiya dawîn min ê ew pelatînka kêmpeyda bidîta. Min herwiha hest bi mereqdariyek bişewat kir ku biçim lê binerim. Paşî çavnebarî û hesûdiyê serê xwe hilda û bi min pirr mixabin bû ku ne kesek din lê wî nazdarokî pelatînkek wisan bihagiran û razdar bi dest xistibû. Loma min xwe ragirt û nehişt wê dilxweşiyê bikim para wî ku bibezim li pelatînka wî binerim. Lê hizir û bîrên min bi berdewamî li ser wê mijarê bûn û dotira rojê, dema galegot li dibistanê rastî derket, min biryar da ku ez ê biçim nik vî cîranê xwe.

Zû piştî firavînê min xwe lezand qata sêyem a mala vî cîranî ku kurê mamoste bi rex odeyên xizmetkaran û çavikên darên bo şewitandinê ve di odeya xwe ya biçûk û ya ez pirrî caran pê çavnebar ve dijiya. Emil ne li wir bû, û ku min destikê derî bada, diyar bû ku rê vekirî ye tevî ku pirrî caran dema Emil derdiket, derî li pey xwe diqilifand.

Ketim hindir daku, qet nebe, wî pelatînkî bibînim û min zû herdu sandoqên mezin, ên ku Emil berhevoka xwe tê de diparast, derxistin. Lêgerîna min bêsûde û jixwe bû ta ku ket hişê min ku divê pelatînk hê li ser dep û darê şidandinê be. Belê, min li wir pelatînkê tawisrês ê bi depik ve hilawîstî, baskên qehwerengî bi şelîtên zirav ên kaxezî ve rastşidandî dît. Min xwe bi ser wî de daçemand û min ji nêz ve li her dera wî, li şaxên wî yên sehekî yên qehwerengî yî vekirî yî têrpûrt, li serlêvikên baskên wî yên bedew û bêpayan rengnarîn, li pûrtika nerm a lêvikên hindirîn ên baskên jêrîn nerî. Tenê min çav nedîtin; ew bi şelîtên kaxezî hatibûn niximandin.

Bi dilek xurt lê dida, min hefsar da dest birina ji ser rêya rast ku kaxezan bidirînim û min korderzî ji depik hilkişand. Hingê min ew her çar çavên mezin î watedar, ên pirr ji nîgarên di pirtûkê de bedewtir û sosrettir dîtin, û xwestekek serjêstîn ez girtim ku divê ev pelatînkê wiha şirîn bibe yê min û, bê min hay jê bibe, bûm tawankarê yekem diziyê di jiyana xwe de, min hêdîka derzî jê hilkişand û pelatînkê ziwabûyî û yê dikarî teşeya xwe biparêze di destê min de ji odeyê derketim. Tekane hest, ku hingê dilê min dagirtibû, razîbûnek bêsinor bû.

Pelatînk di destê min ê rastê de, bi pêpelûkan ve daketim. Hingê min bihîst ku kesek ji jêr ve pêrgî min tê û wijdana min hilceniqî, min zû zanî ku diz û necamêr im. Pê re jî tirsek têrxof a diyarbûna diziya min ez girtim loma min bi dozîndarî destê xwe yê pelatînk tê de xist berîka saqoyê xwe. Hêdîka meşîm û hestek cemidî ya tawanbarî û şermê bi ser laşê min de girt, bi tirsonekî di ber keçikek xizmetkara malê, ya ku hewa diket jor, re borîm û bi dilê hilqut li ber deriyê malê rawestîm, xuhê xwe di eniya min re avêtibû der, şaş mabûm û ji xwe ditirsîm.

Di heman demê de ji min re zelal bû ku nedibû û min nedikarî jî pelatînk bi xwe bihêlim, ku diviyabû min ew vebigeranda û heke bi ti awayî gengaz bûya, min ya kirî bikira nekirî. Tevî hemû tirsa pêrgîhatina mirovan û hatingirtinê jî ez carekê bi lez li xwe zivirîm, bi pêpelûkan ve fişt bezîm jor û di deqeyekê de min dîsan xwe gihandibû odeya Emil. Bi seqbêrî min destê xwe ji berîka xwe vekişand û pelatînk danî ser maseyê lê hê berî bigihim lê binerim jî, min dizanî ku belayek qewimiye û kizikên girî hatin çavên min çimkî tawisrês ruxîbû û pûç bû. Pêşbask û şaxê sehekî yê aliyê rastê jê kêm bûn, û dema min hewl da ku bi hişyarî çengê qetî ji berîka xwe derbînin, ew hûr-hûr bûbû û bicîkirina wî êdî nedihat hesabê jî.

Tawanbarî li ber wê hestê pirr kêm e ya ku hingê ez girtibûm dema min li vî pelatînkê kêmpeyda yê bedew dinerî. Min toza baskên pelatînk a qehwerengî ya hûr a bi dest û tilên min ve mayî û baskê şkestî yê li ser maseyê dîtin û min ê hema çi heyberî û kêfxweşiya xwe gorî û qurban bikira heke tenê ew dîsan wek berê saxlem bibûya.

Bi xemgînî vegerîm malê û hemû danê êvarê li nav baxçeyê me yê biçûk rûniştim ta ku li hengur û tarîgewrika êvarê min bisteyî da xwe ku hemû meseleyê ji diya xwe re bibêjim. Min dît ka ew çawan tirsî û xemgîn bû lê belkî ew herwiha tê gihî ku ev aşartin û îtîraf ji min re ji kişandina her celeb ceza û ezyetê dijwartir bû.

- Divê tu biçî nik Emil, wê şidayî got, - û ji wî bi xwe re bibêjî. Tiştek din nikarî bikî, û ta wisan nekî, ez ê nikarim te bibexişînim. Jê re bibêje ku ew dikare tiştek te li şûna wê ji xwe re bibijêre û divê ji wî lêborînê bixwazî.

Heke ne ev kurik bûya, kî din bûya, dê ji min re asantir bûya. Min hê bi pêşînkî fam kir ku ew ê di min negiha, belkî dê ti caran bawer jî nekira, û bû êvar û hema bû şev jî bê ku bikarim zorê bidim xwe biçim cem Emil. Paşî diya min ez li ber derî dîtim û hêdîka got: - Divê îro wisan bikî, de here!

Wiha çûm mala Emil û min li qata jêrîn li wî pirsî, ew hat û zû got ku yekî - kesek bîje yan belkî firindeyekî yan pisîkekê - tawisrêsê wî pûç kiriye, û min daxwaz kir ku ew min bibe odeya xwe û nîşanî min bide. Em hewa ketim silal, wî deriyê odeya xwe vekir û şemalek hil kir û min pelatînkê tewizandî li ser depikê veşidandinê dît. Diyar bû ew tê koşîbû ku ziyanan bicebirîne, çengê şkestî bi hişyarî li ser kaxezek şil hatibû pankirin lê sererastkirin negengaz bû û di ser re jî yek ji herdu şaxên sehekî kêm bû.

Hingê min beyan kir ku ez im ê gunekar, tê koşîm meseleyê ravebikim û şîrove bikim.

Emil ne qehirî û ne jî qîrî, tenê di nav didanên xwe re fîtî û firîzî, bîskekê bi bêdengî li min nerî û paşî got:

- De baş e, tu hevalek wiha bûyî, ha, de baş e.

Min xwest hemû pêlîstokên xwe bidimê, û ku wî xwe xwînsar ragirt û her bi nirxnizmî li min nerî, min soz da ku hemû berhevoka xwe ya pelatînkan bidimê. Lê wî got:

- Hema li te pîroz be; ma ez berhevoka te nanasim. Ev jî dîsan nîşaneyek baş bû ji hindê ka tu çawan matî ji pelatînkan dikî.

Hingê kêm mabû ku min ê xwe biavêta hefika wî û ew bifetisanda. Ti tiştek ji dest min nedihat, ez bêwec bûm û her wisan mam lê Emil xwînsar û rêrast mîna sazûmana gerdûnî bi xwe bû. Wî hema ez lome jî nekirim, tenê carinan bi kubarî berê xwe dida min.

Hingê min yekem car dît ku mirov nikare tişta pûçkirî durist bike. Çûm malê û kêfxweş bûm ku diya min tiştek ji min nepirsî, tenê ez maç kirim û bela xwe ji min vekir. Diviyabû biçim rabikevim, ji min re êdî dereng bû. Lê ji berî hindê bi dizîkî û nepenî çûm odeya xwaringeh û min qutiyek qehwerengî ya mezin anî, danî ser doşeka xwe û di tarîtiyê de ew vekir. Pey re min yek bi yek pelatînkên xwe jê derxistin û ew bi tiliyên xwe meriçandin û zirviçandin û kirin toz û qerpal.



1   2   3   4   5   6   7   8   9   ...   16


Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©azrefs.org 2016
rəhbərliyinə müraciət

    Ana səhifə