Bijartin û wergerandin




Yüklə 0.69 Mb.
səhifə3/16
tarix30.04.2016
ölçüsü0.69 Mb.
1   2   3   4   5   6   7   8   9   ...   16

Bihar û havîn


Juhani Aho (1861 - 1921)

Pêşî ew wek evîna du ciwanan e. Ew hîn, zelal û pak e. Ew ne agir û gurr e lê geş û ronîdar e. Lê tavilê şirrebaranek ji esmanê gewrbûyî lê dide; bayek tezî avê dişilqîne û deviyan hildiçirrîne; hemû dinya bêçare dixwiye mîna ku li şûna havînê payiz hatibe û her tişt lêb û xapandin be... "Çivîka reben, bila tu mabayî li warên xwe yên her-havîn. Ma kê got te were vir bimire... Li vir tenê xem û rondik û recif hene, û tav wenda dibe nav mija şevîn."

Lê xem wek xemê nayê hesabê, dil naşkê û cî nade tarîtiya şevê çiku li der her ronahî ye. Û ew ronî jî her ji wî cî têt yê zivistanê tarîtî jê dihat. Her spêde ew zêdetir dibe, roj bi roj nêztir dibe, perdeyan ji ser xwe vedide û - mîna xwe veşartibe - virt xwe dide der.

Û spêdeyekê wa ye qey evîn hatibe ragihandin, wek nîşanî hatibe birrîn. Deryaçe aram û bextiyar e, giya serê xwe hilaniye, spîndar dibişkive, firrinde distrin, ji spêdeyê ta êvarê çû-çûya çivîkan e, axa zeviyan şiliya xwe hildifûrîne, rûbar bi xwişexwiş û lemelem in, terşûtewal derdikeve çerîngehan, li nîvgiravekê bilbilek li hindavî lehiya avê dixwîne, av dilerize - û sirişt gustîlkan diyarî biharê dike.

Hewa germ û nerm e, ewrek tenê jî li esmanan peyda nabe, dil dixwaze ji xweşiyan tilîliyan vede. Ne sar e û ne jî direcife, tenê hest bi şadiya jiyanê dike.

Lê hewa hê germtir dibin, tav derdoran dihemêzîne û dihedirîne, her spêde hetav berbanga xwe firetir vedike û dinyayê xurttir digivêşe koşa xwe, şarayîtir dimaçîne û gep û alekan lê disincirîne. Firrinde dikevin lîstik û baziyên xwe, ji gupikên daran ta reh û rîşên tirraşan bi hev re qulîpankan li xwe didin, pêşû-mêşû şiyarî vizevizînê dibin, masî li beravên mêrgên tavîn didin pey hev, pepûk bi duawazî dikû û hewa miştî keftûleft û deng û pêjnan e. Pelên daran mestane çengên xwe vedikin. Şerava erdê dikeve hinavî gilyazan, gul wê bêhed dinoşin, ax rengên geş dide wan - û sirişt haziriya dawet û dîlana afirandiyên xwe dike.

Ew hê armanca xwe fam nakin, hê tê nagin ka çi ye wan nearam dike.

Ew bişkivîn e ku digihe, ew tovê gulê ye ku di qalika xwe de amade dibe, ew nifşek e ku dixwaze xwe bigîne hemêza yê dî. Û her geştir dibe şîniya esman, her şêntir dibe beten û berroja darên peldar, her rengîntir dibe mêrg û çîmena guldar, her teyisoktir dibe dûrahî... Lê dîsan mijdartir dibe sersînga esman. Û li paş mijê ewrên qehweyiye vebûyî diperçivin. Ew jî mîna gulên gir yên li ber bişkivînê bicoş û dilgerm in. Ew berhewa dimeşin û li hev rast tên û bi hevbûnê mezin dibin. Êdî giran dibin û nikarin bilivin; li ber daketinê ne. Êvarê pelate dibin lê spêdeyê êdî ji duh jî girtir in, bi zorê xwe digirin.

Giyanê kulîlkan yê bîndar di ser ax û avan re belavî nav daristan, mêrg û zeviyan dibe. Sirişt mîna dîwana dîlanê distre. Dest destan digirin, gep li gepan digerin, dev li devan, û lêv xwe raberî lêvan dikin.

Birûsk ji esmanan dişirqin. Rûyê erdê wek rûyê rengguher yê keçzeriyan reş dibe û geş dibe. Ewr xwe diavêjin hemêza hev û ji hemêzandina wan çiya digurmin û gelî bersivan didinê. Ew strana zemawendê ye, sirûda markirinê ye, û baran morîk û mircanan dadirijîne ber nivîna bûkaniyê.

Şeva kurt ya ewrîn hawirdor hêmin û hênik dike. Sirişt bêpêjn dinive, nalive, naqeliqe, bi kirpekê jî xwe ranagihîne.

Spêde êdî bayek nerm û pak tîne. Bi rêkî gupikên daran dihejin, dexlûdanê zeviyê hêdîka dadiçeme, pêl bi xweşrêzî dişilqin, û dêmê siriştê jidil e. Dema nîşaniya wê bi dawî hatiye, kêlîkên şadiyê borîne, wê zemawenda xwe kiriye û meha xwe ya hingivîn borandiye. Niha tovê xwe hildigire, berhemê xwe hildibere û xwe amadeyî armanca mezin dike: hilçinîn. Bihar çûye û havîn hilhatiye.



Ji fînî: 5/2003

Hêlîn


Bjørnstjerne Bjørnson (1832 - 1910)

Mala Endre bû navê wî gundikê varê û bi çiyayên bilind dorpêçkirî. Gelî rastgeh û biber bû lê çemek fire yê ji çiyayan ew ker dikir. Ev çem dirijî deryaçeya li binê gund, cihê meydanek berfire.

Bi belemê bi deryaçeyê ve hatibû yekem kes yê ku ev dever çandibû. Navê wî Endre bû, û rûniştvanên gund dûndeha wî bûn. Hinan digot ku ew piştî kuştina kesekî revîbû vir lew ûcaxa wî wa reşbîn bû. Hinan jî digot ji ber çiyayan e ku wa bilind in ku ta li nîvroyên nîveka havînê jî tav li gelî nade.

Hêlîna xertelekê li raserî gund hebû. Ew li ser lêva zinarekî li rizdeyek bilind yê çiya hatibû çêkirin. Her kesî dikarî bibîne dema xertela mê dadida ser hêlînê lê kesî nedikarî hewa bikeve wir û xwe bigihîniyê. Nêrexertel teşîrêsk li raserî gund dikir, geh xwe di berxekê werdikir, geh di karikekê; carekê wî ta zarokek biçûk jî revandibû. Lew li gund aramî peyda nedibû hindî ku ew hêlîn li wir ba. Xelkê digot ku berê carekê du birayan xwe gihandibû hêlînê û ew xirab kiribû. Lê vî zemanî kesî nikarîbû xwe bigihîniyê.

Çi cara du kesan li gundê Endre hev dîtiba, suhbeta wan rikrast diçû ser hêlînê û wan serê xwe radikir û li wê dinerî. Wan ew hemû dizanî ka xertel kengî piştî sersalê vegerîbûn, ka wan li kû xwe di erdê werkiribû û ziyan kiribû û ka kî dawîn car tê koşîbû hewa bikeve hêlînê. Kurran hê ji zarokî ve xwe dielimand hilketina bi dar û zinaran ve daku carekê wek wan herdu birayan hilbikevin hêlînê û wê xirab bikin. Li dema çîroka me Leif fêristirîn xortê gundê Endre bû. Ew ne ji xelkê gund bû, pirça wî xelek û çavên wî hûr bûn û ew di hemû pêşbaziyan de jêhatî bû û dilketiyê keç û zeriyan bû. Wî hê ji zû ve pesna xwe dida ku dê carekê bigihe hêlînê, lê yên pîr texmîn dikir ku ya baş ew e ku bi hindê methên xwe neke.

Van gotinan ew zivêr dikir, û hê berî ew bibe zelam,wî xwe li hêlînê cerriband. Yekşemek zelal ya berhavînê bû; diyar e têjik ji hêkan derketibûn. Bi komên mezin xelk li binê rizdeyê çiya civîbûn daku lê temaşe bikin. Yên pîr ew hişyar dikir û yên genc ew def dida berev hewaketinê. Lê wî tenê guh dida daxwaza xwe, sekinî ta ku mêxertel ji ser hêlînê firrî, kurrik xwe hilavêt û li bilindiya çend bermilan şorr ma. Ew dar li kendek zinaran bû û kurrik dest pê kir pê ve hilket. Ber û kevirk ji ber piyên wî vediresîn, ax û xîz girrêl dibû xwarê. Wek din ti deng nedihat. Tenê xwişîna dengnizm ya bênavbirr ya çem dihat bîstin. Tavilê rizde dewr da. Kurrik demek dirêj bi destekî ma, piyên wî ji ber diçûn û wî nedikarî baş bibîne. Gelekan, bi taybetî jinan, berê xwe jê girt û got ku wî dê wiha nekira ger dêbavên wî sax ban. Lê taliyê wî xwe gihand bineciyê. Lê car destek wî û car piyek wî sist dibû û kurrik dihilisî lê cardî jî xwe pê ve dişidand. Yên li jêr dengê lêdana dilên hev dibîst. Hingê keçikek zirav, ya ku bi tenê li ser kevirekî rûniştî bû, rabû ser xwe. Wê destê xwe dirêjî jor kir û gazî kir: "Leif, Leif, çima wa dikî?" Hemû li wê zivirrîn, bavê wê li tenişt wê rawestî bû û hişk lê dinerî lê keçik pê nedihesî. "Were xwarê, Leif", wê bang kirê. "Ez ji te hez dikim. Tu bi hewaketina wir ti tiştî bi dest naxî.!" Xelk pê hesî ku kurrik li pêşniyaza wê fikirî, çend kêlîkan rawestî lê paşî hewaketina xwe domand. Dest û piyên wî xwe baş zeft dikirin lew demek dirêj her tişt baş meşî lê paşî westînê dest pê kir ji ber ku kurrik pirr car radiwestî. Kevirkek gindirrî jêr. Ew mîna pêşbîniyê bû; hemû kesên li binê rizde lê nerî ta kevirk ket erdê. Pirraniya wan êdî xwe ranegirt lew ji wir pelate bûn. Tenê keçik hê li ser kevirê bilind sekinî bû, destên xwe dihejandin û li silal dinerî. Leif tê koşî bi destekî xwe bi rizde ve zeft bike lê destê wî dahilisî - keçikê baş dît - wî da xwe bi destê din lê ew jî daxijikî. "Leif", keçik wa bilind qîjî ku çiya deng veda, û hemûyên din jî beşdarî qîjîn û qîrrînê bûn. "Ew ê bikeve!" ew qîrrîn, û jin û mêran destên xwe ber wî ve dirêj kirin. Belê, ew dahilisî, zîx, ber û ax li gel xwe da-anîn, hê jî datehisî û hê lezgîntir dahat. Mirovan berê xwe jê girt, wan bîst ka çawan qajînek dirrinde ji rizdeyê çiyayê li pişt wan hat û ka çawan tiştek giran mîna gumtilek axa şil şepî erdê.

Dema wan dîsan wêrî awir bidinê, wan dît ku kurrik bi erda li binê rizde ve wa merriçîbû ku êdî nedihat nasîn. Keçik li ser kevir daketî bû, û bavê wê ew rakir û bir.

Xortan, ku herî zêde Leif ber bi hewaketinê pal dabû, hema newêrî li hawarê biçin, hinan ta newêrî lê binerin jî. Hingê yên pîr neçar man dest biavêjinê. Zelamê herî pîr, dema dest avêt kurrik, got: "Mixabin ku ev bi serî hat - lê" wî lê zêde kir, "baş e ku tiştek wa bilind heye ku her kes nikare xwe bigihîniyê."



Wergerandin: 12/2003

1   2   3   4   5   6   7   8   9   ...   16


Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©azrefs.org 2016
rəhbərliyinə müraciət

    Ana səhifə