Bijartin û wergerandin




Yüklə 0.69 Mb.
səhifə2/16
tarix30.04.2016
ölçüsü0.69 Mb.
1   2   3   4   5   6   7   8   9   ...   16

Stêr

Alphonse Daudet (1840-1897)



Çîroka şivanek provenceyî

Hingê, dema min li çiyayê Luberoll şivaniya lawiran dikir, carinan bi hefteyan wext derbas dibû bê ku benderuhekî bibînim. Ez li çerîngehan bi tenê bi seyê xwe Labr û miyên xwe re bûm. Geh tenêtîperestê Mont-de-l'Ure di wan deran re diborî û li giyayin derman digerî, geh jî wisan dibû ku min serçavên tenîgirtî yên koçerekî didîtin; lê ew mirovên cahil û bêpêjnîxwaz bûn û haya wan ji bayê felekê û galegotên gund û bajarên geliyan tine bû û ew ne axivînxwaz bûn. Loma bi rastî bextiyar bûm dema min du hefteyan carekê dengê zengilên hêstira xanedanên xwe dibihîst dema ew bi evrazî re hildiket û min didît ku kurikê berdestk ê malê yan metê Norade ji pişt betenê xwiya dibû daku ji min re dîsan xwarin û pêxwarina du hefteyan bîne. Min bi mereqdarî nûçe-mûçeyên gundên gelî ji wan dipirsîn, min dixwest bizanim ka kî bûye, kî miriye, kî maye lê herî zêde bala min li ser dotzeriya malmezina min Stephanette bû ku bedewtirîn keça hemû cîhana min dîtî ye. Min dixwest balkêşiya xwe diyar nekim loma min bi awayek din rewşa wê dipirsî: gelo ew xweş diçû dîlan û şahiyan, gelo her kesên nû dihatin xwazgîniya wê; û heke niha kesek ji min bipirse ka ji min peritîrebenokê şivanê çiyayî re çi, ez ê bibersîvinim ku xort bûm û Stephanette bedewtirîn ronahî bû ku min li erd û asmanan dîtiye.

Yekşemekê, dema bendewarî xwarina xwe bûm, ew nehat. Danê spêdeyê fikirîm ku dibe ji ber nivêja dirêj a roja pîroz be. Nîvro bahozek bihêz rabû û ji xwe re ramîm ku hêstirê nikariye bimeşe çiku rê herrî ne. Dawiyê li derdorî sêyê, dema asman hedinîbû û çiyageha baranê daşûştî li ber rojê diteyisî, min ji nav şepîna xunavên baranê yên ji çilûyê daran diketin û ji nav xwişîna robarên baranê boşkirî dengê zengilên hêstirê, ku mîna dengê zengilên dêrê li roşanên hêkane û paskalyayê rewşen û şeng bû, sihirand. Lê siwar ne kurikê berdestk û ne jî Noradeya pîr bû. Ew... ma hûn dizanin kî bû! Dotzeriya malmezinan bi xwe bû. Ew bi şepalî di navbera zembîlên ji şivan çêkirî de siwar bû û gep û alekên wê ji ber bayê hên ê çiyayîn sor û hinarî bûbûn.

Kurikê berdestk nesax bû û Noradeya pîr jî li betlaneyê bû û çûbû cem zarokên xwe. Stephanetteya şirîn ev hemû yek di wê navberê re ji min re got dema ji hêstirê dihat xwarê û diyar kir ji ber wendabûna xwe ya bi rê ve dereng bûye lê bi cilên xwe yên cejn û şahiyan, gulîbendek bi pirçê ve, bi kiras û tentene û dantêlên xwe yên rengvekirî wer dixwiya ku ne li nav daristanan sereder nebûye lê li govend û dîlanan gîro bûye. Ya Yezdan, çi afirandiyek dilhebîn bû! Çavên min ji bejnûbala wê venedibûn! Ku rastiyê bibêjim, min ew ti caran wiha ji nêz ve nedîtibû. Carinan zivistanê, dema celeb ji zozanan berî deştê hatibû dan û ez êvaran diçûm di xanî ve şîvê bixwim, dibû ku ew di xanîkê em lê re biboriya bê ku ji berdestkan re gotinekê jî bibêje, hertim cilên xweşik lê bûn û piçekî jî serbilind bû... Lê niha ew li ber min bû mîna ku tenê ji min re be; ma êdî çi ecêb ku heke serê min hinekî gêjole bibe.

Ku Stephanette xwarin ji selikê û ji nav mêdekê derxist, wê dest pê kir bi mereqdarî li derdorên xwe nerî. Dangên fîstanê xwe yê cejnan hilda daku pîs nebe û ket hindirê kotana miyan. Wê dixwest wê quncikê bibîne ya doşeka min a ji kayê ya bi pîstê miyan niximandî, ketanê min ê biserkulav, gopalê min ê şivanan û çifteya min lê bîbînr. Vê hemû yekê bişirek da ser rûyê wê.

- Tu li vir jiyana xwe diborînî, şivanê reben. Ma çawa sebra te tê ku bi tenê yî? Tu çi dikî? Çi difikirî?

Min dixwest bibersivînim: "Li te difikirim, zerîcanê", û hingê min ê qet derew nekira lê wisan heyirî bûbûm ku zimanê min nedigerî. Bawer dikim wê tê derdixist lê dixwest bi pirsên xwe hê zêdetir min matmayî bihêle:

- Pa xweştiviya te, tu carinan sera wê didî? Bawer dikim ew bizinek zêrîn e yan jî keçperî Estrella ye ku tenê li gupik û lûtkeyên çiyayan dimeşe...

Lê li wir, dema henek dikirin û dikenî, ew bi xwe dişibî keçperî Estrellayê, û ku diviyabû ew zû ji wir biçe, hemû hatina wê mîna xwiyabûna çîrokekê bû.

- Bi xatirê te, şivano.

- Xwedê bi te re be, zerîcanê.

Û wiha ew, selikên vala di destan de ket rê.

Dema ew wenda bû ser rêya bi betenê ve sernişîv diçe jêr, wer dixwiya ku kevirên ji bin simên hêstirê digindirîn û girêl dibûn yek bi yek bi dilê min diketin. Min demek dirêj, dirêj çûna wê bihîst; û hemû rojê ji min re wisan bû mîna ku di xewê de bim bê ku biwêrim xwe vebilivînim jî daku dîmenên vê xewna şirîn ji dest nedim. Êvartir, dema hengur û tarîgewrikê xwe da gelî, û miyan bi mehe-mehkî xwe dakişand nav hev re, min bihîst ku bangî min tê kirin û min dît ku zeriya me dîsan vedigere, vê carê ne wek berê rûken lê ji ber sarma û tirsê lerzok û şipîşil. Diyar bû li jêrî şkêreyê çemê Songue piştî şirrebaranê boş bûbû û di ser re avêtibû û ku kêm mabû Stephanette dê bixeniqiya dema ji bo derbasbûnê li hember herikê li ber xwe dabû. Herî xerab: êdî vê dema êvarê veger nedihat hesabê çimkî keçzeriyê dê di jiyana xwe de nikariya li avek wiha derbas bibe, min ê jî nikariya pez tikîtenê bihêlim. Wê fikirê, ku diviyabû ew bi şev li çiya bimaya, ew pirr tengezar dikir, bi taybetî ji ber ku malikî ji ber wê dê şepirze bibûna. Min di aramkirina wê de texsîrî nekir:

- Şevên tîrmehê kurt in... Tenê kurtebîskekê...

Û min bi lez û bizav agirek gurr û geş hilkir daku ew bikare lingên xwe û cilên xwe yên şipîşil ziwa bike. Paşî min şîr û penîrê miyan anî ber wê lê keçika reben ne razî bû pariyekî bixwe û ne jî xwe germ bike, û ku min rondikên pivdanokî li ser gepên wê dîtin, girî hat çavên min jî.

Di wê bûbû tarî. Êdî tenê sorîgewrikek mijîn li gupikên çiyayan li hêla roj lê avabûyî dima. Min tembî keçzeriyê kir ku li kotana miyan xwe pal bide. Ku min pîstek nû yî bedew jê re li ser kaya paqij raxist, ez bi xwe derketim û li ber derî rûniştim... Asman govan û şahidê min e ku tevî şewata agirê evînê di demarên min de jî, ti mebestek xerab hema neket dilê min jî. Di dilê min tenê serbilindiyek mezin hebû dema diramîm ku li quncikek kotanê, hema li rex celebê min ê bi mereqdarî lê dinerî, keça malmezina min mîna ji berxikên ez şivan berxika bihagirantirîn û sîstirîn li wir paldayî bû. Ti caran mîna hingê asman ji min re ne wisan berfire û stêr jî geş bûne... Di gavekê de deriyê kotanê vebû û Stephanette hat derê. Wê nedizanî li wir binive. Miyan bi xwequlipandinê re ka dixijxijand û di xewê de dimehmehîn. Wê pêtir dixwest bê ber agir. Loma min ketanê xwe di ser milên wê werkir, agir gurrtir kir, û em herdu li wir li rex hev û bêdeng rûniştin. Heke hûn carekê jî bi şev li bin li ber ronahiya stêran mabin, hûn dizanin ku dema yên din radikevin, di tenêtî û bêdengiyê de cîhanek cihê, cîhanek razdar û nehîn vedijî. Hingê kanî bidengtir dilemelemin, li lîçên avê çirûskên biçûk hildipeqin. Giyanên çiyayan azad digerin, û hewa tijî vizevizek dengnizm e mîna ku mezinbûna pel û giya bê bihîstin. Roj dema afirandiyên jîndar e lê bi şev xwerist û xwezaya nejî jî şiyar dibe. Heke yek fêr wê yekê nebûbe, ew jê ditirse... Stephanette jî hertim direcifî û bi bihîstina qirçepirçekê jî xwe dida ber tenişta min. Qîrînek dirêj, hawarek keserkûr a li hewa dilerziî ji gerrika avê ya li jêr diteyisî hat. Di heman demê de berqa xuricîna stêrekê li raserî me, li hêla wê nalînê xemilî, mîna ku wê hawarê ronahî bi xwe hilgirtibe.

- Ew çi bû? Stephanette hêdî pirsî.

- Giyanek bû ku raguhezî biheştê, min bersivand û navê Xwedê anî.

Wê jî wisan kir û bîskekê bi heyranî çavên xwe li asmanan gerandin. Dû re got:

- Ango rast e ku hûn şivan zanewer in?

- Qet na, zeriya delal. Lê nêztirî stêran dijîn û ji deştiyan baştir dizanin ka li jor çi diqewime.

Wê hê jî fedikir asman, ketan di milan werkirî, mîna keçşvanek biçûk a asmanî.

- Aax, çend gelek in! Çi bedew in! Min ti caran wiha pirr stêr nedîtine... Tu navê wan dizanî?

- Belê... Binere, li wê dera han li raserî me Rêya Yaqob Ewliya ye (Kadiz). Ew ji Fransayê rasterê diçe Îspanyayê. Yaqob Ewliyayê Galizyayê ew nîşanî wir kir daku rê nîşanî Charlemaignê Mezin ê çeleng bide dema ev çû şerê saraseniyan. Li wê deran han, dûrtir Erebeyên Giyanan û çar xirxalên wan ên biriqdar in. Ew sê stêrên han ên li pêşî wan Sê Bargir in, û ya biçûk a li tenişta ya sêyem jî Ajovan e. Dibînî ka çi baranek stêran li derdorî wan dadibare? Ew giyan in ên ku Yezdan nagire cem xwe... Ya li wê dera han, hinekî jêrtir Sêtilk ango Sê Mîr (Orîon) e. Ew ji me şivanan re demjimêr e. Tenê ku berê xwe bidimê, niha jî dizanim ku nîvşev derbas bûye. Hinekî datir li hêla başûr Yohenneyê Mîlanoyî (Sîrîus), pêtalhilgirê stêran dibiriqe. Li ser wê stêrê şivan çîrokekê dibêjin. Wisan qewimî ku şevekê ji şevan Yohenneyê Mîlanoyî, Sê Mîr û Rekeha Mirîşkan (Hirça Mezin) vexwendiyên stêrdostekî bûn. Rekeha Mirîşkan, a ku herî zêde xwe lezand, pêşîn çû û rêya jorîn bijart. Li wê dera han li jor, hema li lûtkeya asman binere. Sê Mîr bi rêya jêrtir ve meşîn û gihan wê lê Yohenneyê Mîlanoyiyê keslan û tembel ji xewê şiyar nebûbû, pirr li pey ên din ma û xeyidî loma gopalê xwe li wan daweşand û xwest wan bigire. Loma Sê Mîr bi navê Gopalê Yohenneyê Mîlanoyî jî tên nasîn... Lê ji stêra bedewtirîn a me bi xwe ye ango Stêra Şivanan (Venus) ku li spêde û berbeyanê, dema em terş diajon çerîngehan û dema em wî tînin mexelê jî, ji me re dibiriqe. Em jê re Lovyanka Maguel jî dibêjin, Lovyanka Maguel a bedew ku radihêle Peterê Provenceyî (Saturnus) û her heft salan carekê pê re şû dike.

- Çi? Ma stêr jî şû dikin?

- Belê, belê.

Lê ku tê koşîm jê re ravebikim ka ew zewacên stêran çawan in, min hest pê kir ku tiştek nerm, tiştek pak bi nermî li ser milê min e. Serê wê yê li ber xewê xwe spartibû min, û bend, tentene û pirça wê ya pêldar xijxijek şirîn dikirin. Ew li wir, xwe dayî ber milê min raket û nelivlivî jî ta stêrên li asman neçilmisîn û rojek taze ew ji ber çavan ranemalîn. Min lê dinerî ka ew çawa li wir razabû û di nava min de hinek nearamî hebû lê wê şeva têrstêr, a ji bilî hestên bedew ramanek din di min de hilnedida, ez disitirandim. Li derdorî me stêran, mîna celebek boş î sernerm, li ser rêya xwe meşa xwe didomandin, û carinan hema ji min re dixwiya ku yek ji wan stêran, ya bedewtirîn û zelaltirîn, rêya xwe wenda kiribû û xwe dabû ser milê min û nivistibû.


1   2   3   4   5   6   7   8   9   ...   16


Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©azrefs.org 2016
rəhbərliyinə müraciət

    Ana səhifə