Bijartin û wergerandin




Yüklə 0.69 Mb.
səhifə1/16
tarix30.04.2016
ölçüsü0.69 Mb.
  1   2   3   4   5   6   7   8   9   ...   16

Ji wêjeya cîhanê


30 çîrokên bijare

Bijartin û wergerandin

Husein Muhammed



mehname@yahoo.com

Naverok





Naverok 2

Bazê nêçîrê 3

Stêr 8

Bihar û havîn 14



Hêlîn 16

Pîremêrê li ber pirê 19

Tawisrês 23

Aliyê dî 30

Bilbil û sorgul 41

Cilên nû yên paşayî 47

Pênc diyariyên jiyanê 52

Mirina Baldassare Silvande 55

Pirç nîv dinya 78

Odeya cêwî 79

Bêhêvîtiya pîrejinikê 82

Her sermest bin 83

Mirina şaîr 84

Bo xatirê jinê! 88

Li ser jiyanê 96

Rojnivîska Mirovê Nepêwîst 98

ROJA 23. ADARÊ 104

Çend gul ji Gulistanê 105

I 106

IV 110


V 111

VI 113


Kuncik 117

IV 117


KEŞÎŞÊ REŞ 119

I 119


II 125

III 128


IV 132

VII 142


Kefîsor 154

Berfîn 158

Xwelîser 169

Rûvî û qirrereşk 175

Rûvî û masîgir 176

Sê çîrokên kurt 178

Stêrnasek 178

Şêr, ker û rovî 178

Du beq 178



Bazê nêçîrê


Giovanni Boccaccio (1313 – 1375)

Nehem çîroka pêncem roja Decameroneyê

Filomenayê bes kir. Dema şabanûyê diyar kir ku êdî wê rojê tenê dora wê û Dioneo maye, wê bi rûkenî dest pê kir.

"Ango niha dora min ya vegotinê ye, gelî xaniman, û ez dê bi kêfxweşî vebêjim jî. Ez dê ji we re çîrokek evînî vebêjim ku ji gelek aliyan ve wek ya berî xwe ye. Bi vê çîrokê dixwazim bo we diyar bikim ka hêza bedewiya we çend xurt e û ka çend baştir e ku hûn bi xwe evîna xwe bibexşin kesekî çiku felek yan qeder pirr car wa dike ku hûn dikevin dest hin mêran ku qet kêrî we nayên.

Wek belkî hûn dizanin, hebû - û belkî hê jî heye - li bajarê me zelamek bi navê Coppo di Borghese Domenichi, yê ku her kesî rêz jê re digirt û li bal her kesî qedirbilind bû, ne tenê ji ber malmeziniya xwe lê ji her tiştî zêdetir ji ber reftar û tevgera xwe ya bêlome. Li pîriya xwe wî herdem li gel cîran û biyanan jî li ser serhatiyên berê suhbet dikir, û bîrhatina wî, delalbêjiya wî û jîriya wî dibû sedema heyraniya giştî. Nemaze wî çîroka Federigoyê kurrê Filippo degli Alberighi vedigot ku xortek esilzade bû û li hemû herêma Toscanayê di çekbazî û mêraniyê de yek ji yên herî baş bû û ji ber hindê delalê ber dilê keç û zeriyan bû. Ew bû dildarî jinek ciwan ya malmezin û ya dema xwe yek ji spehîtirîn û dilbijîntirîn keç û jinên Firenzeyê dihat hesibandin. Navê jinê Monna Giovanna bû lê ax li bextê reş ku jin bimêr bû. Bo ku xwe bixe dilê wê, Federigo cejn û şahiyên siwarçakiyê û şûrbaziyê û yên ji gelek cûnên din li dar dixistin û bêqam malê xwe bo xatira wê pûç kir. Lê ka Monna Giovanna çend bedew bû, ew hind jî binamûs bû û bala xwe nedida cejn û şahiyên bo xatira wê dihatin lidarxistin. Taliyê Federigo hema hemû malê xwe ji dest dabû. Wî tenê zevîkek erd mabû ku bi zor pê jiyana xwe didebirand, û herwa jî bazek hebû ku yên beraberî wî bazî dibe li ti derê peyda nebin. Evîna wî ji her demê gurr û geştir bû lê dema pê hesî ku êdî hew dikare wa li bajar bijî, wî xwe vekişand xanîkê zeviya xwe û li wir dema xwe bi firrindegiriyê ve borand û bi serbilindî xwe li ber hejariyê girt.

Dema Federigo di wê rewşa kembax de bû, mêrê Monna Giovannayê nesax ket û, dema tê derxist ku mirin nêz dibe, wesiyetnameya xwe nivîsî. Ew qewî zengîn bû û kurrê xwe yê yekane kir mîrasgirê xwe lê pê re biryar da ku ger kurrê wî bêûcax wefat bike, bila Monna Giovanna, ya ku wî pirr jê hez dikir, bibe wergira malê kurrikî. Piştî bicihanîna hindê ew çû ber dilovaniya Yezdan.

Ango Monna Giovanna bû bîjin, û piştî demekê wê bar kir ser eraziyê kurrê xwe daku wek edet havîna xwe lê biborîne. Madem wa bû ku ev erazî nêzî yê Federigo bû, tiştek siriştî ye ku kurrê wê nasî cîranên xwe bû, û ev xortê mirovhez bi dilxweşî li gel Federigo bi firrinde û kûçikan dilîst. Nemaze bazê watedar yê Federigo ketibû dilê wî û dixwest ew baz bibe yê wî lê nediwêrî ji Federigo bixwaze çiku dizanî ku Federigo jî bêhed heyranî wî bazî bû. Lê li çileyê havînê kurrik bi dijwarî nesax ket, û dayika wî bêtixûb jê xemgîn bû çiku ew kurrê wê yê yekane bû û wê di dinyayê de ji her tiştî pirrtir ji wî hez dikir. Bi şev û roj dayik li ber nivîna wî rûdinişt daku xemên wî verevîne û wî dilşad bike. Herî kêm bîst car wê daxwazên kurrikî jê dipirsîn û texsîr nedikir daku wan bi cih bîne. Rojekê kurrikî gotê: "Ger bazê Federigo ji min re bînî, dayê, bawer dikim ku ez ê sax bibim." Dema Giovannayê ev bihîst, ew ket raman û pûnijan daku bizane ka çi bike. Wê dizanî ku Federigo pirr ji wê hez dikir lê herwa dizanî ku ew bi xwe li hember wî xemsar bû. "Ma gelo ez dê bikarim jê bixwazim wî bazî yê ku li gor gotinan yek ji baştirîn bazên nêçîrê yên hemû dinyayê ye û di ser re jî tek kêfxweşiya Federigo ye? Ma dikarim wa xweperest bim ku tek xemrevînê wî jî jê bistînim? Wê bênavbirr ev ji xwe dipirsî, û tevî ku dizanî jî ku dê Federigo bazê xwe bidiyê ger jê bixwaze, wê ti soz nedan kurrê xwe û bersiva daxwaza wî neda. Demek dirêj pê ve neçû berî ku evîna hemberî kurrê wê ser ji şik û gumanên wê stand û wê biryar da daxwaza wî bi cih bîne, çi dibe bila. Daku qedirê Federigo bigire, wê biryar da bi xwe biçe seredana wî, li şûna kesek din bişîne. Wê ji kurrê xwe re got: "Rehet be, lawê'm, û sax bibe! Soz be serê spêdeyê ez dê berî her tiştî bo te wî bazî bînim." Kurrik bi sozê wa şad bû ku wa dixwiya tavilê saxtir dibe.

Spêdeya roja din Monna Giovanna li gel jinek dî bi rê ket û qaşo bi tesadifî di ber xaniyê Federigo re borî. Seqa û hewa ne yê nêçîrê bû lew Federigo li malê di nav baxçeyê xwe de bû. Dema ew bi baxçe ve mijûl bû, yekî ji xizmetkaran peyam gihandê ku xanim Giovanna hatiye seredanê. Ew hêbetmayî û bi dilxweşî bezî mal ve û çav ket bi Giovannayê ya ku hurmetane silav kirê. Federigo camêrane xwe li ber çemand, û xanimê bersiv da awirên wî yên dipirsîn: "Rojbaş, Federigo! Hatim heqê wê ziyanê bidim ya giha te dema te pirr ji min hez dikir. Diyariya dixwazim bidim te ew e ku ez û hevrêya xwe dê firavînekê li cem te bixwin." Federigo bi nefsbiçûkî got: "Delaltirîn dilber Giovanna! Ne haydar im jê ku ti ziyan ji te gihabe min lê bi hebûna te wa bextiyar bûme ku ev seredana te ya li cem min - tevî ku neçar im wek mazûvan û mêvandar nekêrhatî diyar bibim jî - bi baweriya min ne heqê ti ziyanan lê berdewamiya wê qenciyê ye ya te diyarî min kiriye. Qet ne ji ber min bi xwe lê ji ber te lêborînê hêvî dikim ku nikarim te bi şeng û şayane pêşwazî bikim." Wî ji Monna Giovannayê daxwaz kir ku kerem bike hindirr û ew bir nav baxçe. Ji ber ku ti kes din tinebû li gel suhbetê bike, wî ji Monna Giovanna xwest kêlîkekê li gel jina pîr ya baxçevanî suhbetê bike ta ku ew bi xwe çavdêriya danîna sifreya firavînê bike.

Tevî nedarî û hejariya xwe jî Federigo ta niha pê nehesîbû ka wî çend nebaşiyek mezin kiribû dema zengîniya xwe hemî pûç kiribû. Lê niha ku wî ti tişt nebû dane ber vê xanimê ya ku wî ji bo xatira wê bi sedan mêvan mazûm dikirin ber maseyên sifreyên ji ber giraniya lezetên bihagiran li ber şkestinê bûn, niha ew tê gihişt ka wî çend bêhişî û bêaqilî kiriye, û ji dil lê poşman bû. Wî nifrîn li siûda xwe ya xirab dibarandin û bêhiş li dor xwe paş û pêş dihat û diçû lê ne pare û ne jî tiştên bihagiran didîtin ku bike gerew û rehîn daku pê firavînekê raberî vê xanimê bike. Pirr dem vekêşa û wî hê jî ti tişt nebû dane ser sifreya vê xanima nirxbilind ya wî dixwest li gor nirxê wê bide keremkirin. Li aliyê din wî ji serbilindiya xwe nedikir alîkariyê ji ti kesî bixwaze, û ku wî çavek li bazê xwe yê bihagiran gerrand, biryar da ku dawîn car wî bazî bi kar bîne. Wî zora xwe bir, baz ji lîsê wî deranî û stulk lê veçemand ji ber ku bawer dikir ku ew dê bi dilê mêvana wî be. Wî baz bi lez da rûçikandin û ferman da ku ew di tavikê de bêt qelandin. Û paşî mêzerek çûrr-spî, ji wan yên wî hê çend lib mabûn, li ser maseyê hat raxistin, ew vegerrî nav baxçe û ji mêvana xwe ya xweşdivî re ragihand ku ew firavîna sade, ya wî pê çêdibû, amade ye. Monna Giovanna li gel hevala xwe bi wî re çûn û rûniştin ser sifreyê. Bêyî ku bizanin ka çi bû raberî wan hatiye kirin, wan bi mêvandariya merdane ya Federigo têr xwar.

Piştî firavînê wan li ser gelek mijaran suhbet kir, û paşî Monna Giovanna biryar da xwe ku taliyê suhbetê bîne ser mijara bingehîn. Wê bi dengek nerm û narîn dest pê kir: "Federigo, dema bipûnijî li binamûsiya min, ya ku ihtimal e te pirrî car wek dilreqî yan bêdiliyê hesibandibe, dibe asantir tê bigihî ka dêbav çend dildariyê qurbanî zarroyên xwe dikin, û hingê hêvîdar im dê li min biborî ku diwêrim vê daxwazê ji te bikim. Jixwe te ti zarrok nînin lê min kurrek heye, û ez nikarim ji xwe qut bikim wan hestan yên dilê her dayikê vedijînin. Lew neçar im sinorên maqûliyê bigavînim û ji te wî tiştî bixwazim yê ku li ber dilê te pirr şirîn e çiku dixwiye ew tek tişt e ku xemên te vedirevîne û kêfa te tîne. Bi kurtî: Ez bazê te dixwazim. Dilê kurrê min hind ketiye wî ku ditirsim nesaxiya wî kembaxtir bibe û kurrik ta belkî bimire ger nikarim wî bazî jê re bibim. Ji te hêvî dikim - ne ji ber wê evînê ya te hemberî min hest pê kiriye lê ji ber cewerî û camêriya te ya herdem diyar - wî bazî diyarî min bike. Hingê dikarim bibêjim spas bo merdiya te ya camêrane ku kurrê min ji merg û mirinê xilas kir, û ji ber vê qenciyê ez dê herdem deyndarî te bim."

Dema Federigo guhdarî daxwaza Monna Giovannayê dikir, ew ji qehran lal bû çiku tê gihişt ku wî ji dest daye ew tek delîva jiyana xwe ya ku dikarî carekê xizmetek bikêr bo dilbera xwe bike. Ji bilî axînek kûr ti jê nehat, û Giovannayê fam kir ev axîn wateya hindê ye ku ew nikare dest ji bazê xwe berde. Giovanna li ber bû bibêje ku ew êdî wî bazî naxwaze lê hê ew negihabû, Federigo dest bi axivînê kir: "Xanima çak. Ji wê gavê, ya ku Yezdan wa hez kir ku çirayê evîna te di dilê min de hilbibe, siûda min herdem kembax bûye, û heqdar im gilî û gazinan bikim ku felek li min xayin bûye. Lê hemî, ya ku hatiye serê min, kêm e li ber wê êş û azarê ya niha hest pê dikim, li ber vê êş û azara nayê tehemilkirin. Ca ku tu - ya li rojên zengînî û dewlemendiya min ti car piyek wê bi mala min nediket - niha hatiyî û te xwe avêtiye ber mala min ya belengaz daku vê diyariya bêqedir ji min bixwazî - û ku ez... û ku ez nikarim vê daxwaza te bi cih bînim. Ca ez dê bi kurtî ji te re bibêjim ka çima nikarim. Dema min bihîst ku tu dê wa pirr qedir bidî min ku li ser sifreya min bifermî firavînê, tavilê lê pûnijîm ka çi raberî mêvanek wiha qedirbilind bikim. Bêguman min xwest baştirîn tiştê heyî bidim keremkirin, ket hişê min ku bazê min bi kêr tê ji ber ku ew xweşdivîtirîn tişt bû ku min hebû - û wisan ew bû firavîna te. Min bawer dikir ku ew baştirîn awa bû ku wî bazî bidim. Lê ku niha wî bi awayek din dixwazî, ji qehran dipeqim ku nikarim daxwaza te bi cih bînim. Bawer dikim ku ev xem qet ji dilê min dernayê." Daku Monna Giovanna ti şikan ji gotinên wî nebe, çû nikil û nînokên wî anîn û danîn ber piyên wê.

Dema Monna Giovannayê mesele jê bihîst, pêşî lome lê kirin ku wisan bazê xwe kuştiye lê pirr dem pê ve neçû ku wê êdî nikarî nebe heyranî wê merdiya wî ya hejarî û nedariyê nikarîbû kêm bike. Lê ku ji ber vê sedemê wê êdî ti hêvî nemabû ku daxwaza kurrê xwe bi cih bîne û ji ber ku ew xemxwerî nesaxiya kurrê xwe bû, bi dilek bi derdan dagirtî vegerrî mala xwe. Ca sedem xeyalşkestina ji ber bidestnexistina bazî be yan jî nesaxî ji cûnek wa be ku encama wê dê her mirin ba, herhal kurrik piştî çend rojan mir û kul û kovanên dayika xwe pirr giran kirin. Monna Giovannayê heyamek pirr dirêj şîniya kurrê xwe kir lê ji ber ku hê ciwan bû û bûbû xwedî mîrasek mezin, birayên wê dest pê kir jê daxwaz kir ku dîsan bizewice. Pêşî Giovanna dijî hindê derket lê wan bela xwe jê venekir. Û dema lê pûnijî ka Federigo çend pirr jê hez dikir û çi mêranî kiribû ku bazê xwe yê fêris gorî wê kiriye, wê ji birayên xwe re got: "Ger hûn destûrê bidin, qet ne dijî hindê me ku ta dawiya jiyana xwe bîjin bijîm. Lê ger hûn îlle bixwazin ku bizewicim, hingê ez dê Federigo degli Alberighi - lê qet ne ti kes dî - bibijêrim." Birayên wê tinazî bi vebijarka wê kirin: "Ca ew bo çi ye?" ew jê pirsîn. Lê wê bersiv da: "Birayên delal. Dizanim ku ew ne zengîn e lê bo min zelamê bê zengînî çêtir e ji zengîniya bê zelam." Bira tê gihiştin ku wê ji dil biryara xwe daye, û ku ew jê agadar bûn ku Federigo camêrek bû ku bi şeref xwe li ber barê belengaziyê ragirtibû, wan xwişka xwe da wî û hemî mîrasê wê li wan kir next û qelen. Piştî Federigo li gel wê xanima hind pirr jê hez dikir zewicî, ew êdî bo camêrek yê ku dizanî baş sereguhiya mal û maliyeta xwe bike. Ew û jina xwe ya binamûs û pêbawer hê çendî çend salan bi hev re jiyan."

Wergerandin: 01/2004

Name ji Aşê Min

  1   2   3   4   5   6   7   8   9   ...   16


Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©azrefs.org 2016
rəhbərliyinə müraciət

    Ana səhifə